• DOLAR 32.563
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2441.465
  • ...
Li Nisêbînê 3 leşker jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna ku 49 roj e qedexeya derketina derve didome şer didome. Li ser Cadeya Çax Çaxa navçeyê ji teref PKKyiyan ve êrîşa roketî û teqemeniyê hat lidarxistin. Di êrîşê de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 14 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên ku di encama êrîşê de birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Di derbarê mijarê de ji teref Serfermandariyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Di 1ê Gulana 2016an de roja yekşemê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji teref PKKyiyan ve êrîşa roketî hat lidarxistin. Di encama êrîşê de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 14 leşker jî birîndar bûn. Birîndaran demildest rakirine nexweşxanê û dermankirina wan didome.”

Hat ragihandin ku li navçeyê operasyon didome. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir