• DOLAR 32.533
  • EURO 34.922
  • ALTIN 2431.885
  • ...
Sedema nexweşiyan ji sedî 61 heywan in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Odeya Hekîmên Beytaran  di derbarê nexweşiyên ku di însanan de peyde dibin de nirxandinan kir û diyar kir sedema van nexweşiyan ji sedî 61 ji ber heywanan e û ji ber vê yekê jî divê di qada tenduristiyê însan û heywanan xebatên hevpar bên kirin.

Serokê Odeya Hekîmên Beytaran ê Edenê Nîhat Kose di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gelek welatên ku bipêşve ketine xebatên di warên tenduristiya însan û heywanan de bi şikleke hevpar tên kirin û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê li welatê me hewl tê dayîn da ku ev xebat ji hev cûda bên kirin.Lê nexweşiyên ku di însanan de derdikevin holê ji sedî 61 ji ber heywanan e.Digel nexweşiyên ku nû derketine holê rêjeya nexweşiyên ku di însanan de peyde bûne derketiye sedî 75an.Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku xebatên tebduristiyê yên li ser însan û heywanan de cûda bê kirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir