• DOLAR 32.375
  • EURO 35.365
  • ALTIN 2323.92
  • ...
Li Mêrdînê telefbûna heywnan a razdar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Badina ya ku girêdayê navçeya Qoserê ye di nav 15 rojan de ji ber sedema ku nayê zanîn nêzê 250 pez telef bûne. Gundiyên mexdûr ji rêvebiran alîkarî dixwazin.  

Nişteciyên Gundê Badina diyar kirin ku aboriya xwe bes bi heywantiyê têr dikin û her wiha wan wek gundî diyar kirin ku nizanin sedema vê telefbûnê çiye. Gundiyan destnîşan kirin ku ji Midûrtiya Bajêr a Çandinê lijnekî çûne wir û ji bo ku sedem baş were zanîn nimûne hilanîne. Lê hêj jî di derbarê vê yekê de encamek bi dest nexistine. Ji ber vê yekê gundiyan diyar kirin ku dixwazin ji vê yekê re çareserî were kirin.

Ji gundiyan Mahmut Kesen diyar kir di gel dermandayîna van heywanan tu qencî çênebûye û heywanên wan li ber çavên wan yek û yek telef dibin. Dûvre Kesen axavtina xwe wiha domand:

250 heywan telef bûn

“Ev bûyer di nabeyna 15 rojan de qewimî. Ji ber ku pez seqet bûn, di nav devê wan de birîn derket em çûn çandina navçeyê û dûvre baytar hat vir. Kî hat vir telîsek derman da. Lê di gel hemî midaxaleyan beriya vî nexweşiyê nehat girtin. Heta niha di gelemperê gund de nêzê 250 pez telef bûn. Peza ku îro baş dide nîşandan dema ku mirov roja din tê dibîne ku an lingê wê şikestiye an jî dicirife. Herareta wan zêde dibe û dimrin. Aboriya gund bes heywantî ye. Gundê ku 80 mal e xwediyê 3 hezar însanan e. Li her malê herî kên 12 zarok hene. Em gelek mexdûr in.”

“Her roj heywanên me dimirin”

Kesen diyar kir nimûneyên ku ji rêvebirên Midûrtiya Bajêr a Çandinê sitandine dê bişînin Enqerê. Dûvre Kesen wiha pêde çû: “Çandina Bajêr a Mêrdînê hat. Çandina navçeyê hat û wan gor xwe tehqîqat kirin. Serê hebek du heb pezên ku mirine jê kirin. Dilê wan şeq kirin û gor xwe nimûne hilanîn. Gotin ‘ dê em van bişînin Enqerê’. Em nizanin gelo dê dewlet vir hilîne qarantînayê, li vir çi bike em nizanin. Em li benda wan in. Lê her roj heywanên me dimirin.”

Ji gundiyan Ahmet Malgîr jî diyar kir ku ji xeynî heywantiyê tu aboriya wan tune û heta niha 20 pezên wî telef bûne. Ji ber vê yekê ji rêvebirên alîkarî xwest.

Ji gundiyan Kemal Malgîr wiha axivî: “Em nizanin gelo sedema telefbûna pezên me çiye. Her roj telef dibin. Em gelek mexdûr in. Li gelemperê gund nêzê 250-300 pezan mirine.”

“Heke heywanên ku di destê me de mane jî bimirin dê em êdî çi bikin”

Ji nişteciyan Necmeddîn Malgîr daxwaz kir ku rêvebir alîkariya wan bikin. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Nifûza herkesî nêzê 15 kesan e û aboriya me bes ajaldarî ye. Heke dewlet xwedî li me dernekeve dê kî xwedî li me derkeve. Heke heywanên ku di destê me de mane jî bimirin dê em êdî çi bikin.” (ÎLKHA)


 

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir