• DOLAR 32.386
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2326.515
  • ...
Lijneya Makeqanûnê ji bo 'destnedayîniyê' civiya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya Makeqanûnê ji bo ku teklîfa guhertina makeqanûnê ya di derbarê rakirina destnedayîniya parlementeran de ye bişêwire civiya.

Lijne di seroktiya Mustafa Şentopê ku Parlementerê Stenbol yê AK Partiyê ye civîya. Dê di civînê de Teklîfa Qanûna ku di derbarê Amadekirina Guhertina Makeqanûna Komara Tirkiyê ya ku di nav xwe de îmzayên 316 Parlementerên AK Partiyê dihewîne were dîtin.

Di civînê de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ser navê hikûmetê cî girtiye. Her wiha Seokwekîlê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci, Seokwekîlê Koma HDPê Îdrîs Baluken, ji xeynî endaman gelek parlementerên AK Partî, CHP û HDPê jî beşdarê vê civînê dibin.

Parlementerê Enqerê yê HDPê û Amirê Îdareya TBMMê Sirri Sureyya Onder bi hinceta ku gelek parlementer mane li ser pêyên xwe daxwaziya salonekê mezintir kir. 

Serokê Lijneyê Mustafa Şentop jî diyar kir ku civîn di ji xwe di salona herî fireh de tê dîtin.

Di derbarê derêxistina derveyê salonê yên şêwirmendên parlementer û mensûbên çapemeniyê de gengeşe û nîqaş hat kirin. Serokê Lijneyê Mustafa Şentop diyar kir heta ku sazûmana salonê pêk neyê dê mafa axavtinê nede tu kesî. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir