• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Divê ku helwesta dadgeha bilind bes bi dosyaya Ergenekonê re sînûrdar nemîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doza Ergenekonê ya ku Orgeneralê teqewîd Serkanê Giştî ya Leşkerî a Kevin Îlker Başbug jî bi tevahî 274 bersûc dihatin darizandin ji teref dadgeha bilind ve hat xirabkirin. Parêzer Mîrhan Ozbeklî Doza Ergenekonê ya ku ji teref dadgeha bilind ve hat xirabkirin nirxand û diyarkir pêwîst e ku hiqûq ji bo herkesî wekhev bibe.

Ozbeklî diyar kir divê ku helwesta dadgeha bilind bes bi dosyaya Ergenekonê re sînûrdar nemîne û bal kişand pêwîst e ji bo dosyayên ku ji 12ê Îlona 1980an pê ve ji nû ve li ser were sekinandin.

Ozbeklî destnîşan kir bergeha lêpirsîna Dosyaya Ergenekonê ji teref raya giştî ve tê piştgirîkirin. Dûvre Ozbeklî axavtina xwe wiha domand: “Sedema piştgirîdana raya giştî a ji bo vê dosyayê ew e ku leşker wê çaxê bi şiklekî dereqanûnî hereket dikirin. Dûvre dosya ji teref siyasî, rewşenbîr û îqtîdara siyasî ve piştgirî dît. Di derbarê vê lêpirsînê de geşedanên baş çêbûn. Lê 2 sal berê piştê van geşedanan delîlên vê dosyayê û dosyayên wek vê avêtin holê, nîqaş kirin û di derbarê qonaxa vê darizandinê di raya giştî de bû sedema gengeşe û nîqaşan.”

 “Em mafdar in ku bipirsin ‘Çima hiqûq ji herkesî re wekhev nînin’”

Ozbeklî diyar kir dema ku hiqûq ji herkesî re wekhev bibe divê ku giramî ji vê yekê re bigirin. Dûvre Ozbeklî axavtina xwe wiha domand: “Heke dadger di çarçova hiqûqê de herkesî wekhev bidarizîne divê ku giramî ji vê yekê re bê girtin. Lê hema ji bo ku ez wek hemî giramî ji darizandinan re bigirim divê ku hemî dosya di heman şert û merc û delîlan de ser bê sekinandin. Heke di dosyayê de hiqûq nehatibe hesibandin çima ji bo dosyayên 1992, 1993, 2005, 2010, 2015an nabêjin ‘Hiqûq nehatiye hesibandin’. Divê ku ev yek were nîqaşkirin. Em li dijî vî yekê ne lê li Kurdistanê kesek dîndar bi heman hincetê tê darizandin û bi vî darizandinê re 20-30 sal li girtîgehê dimîne, 5-10 hezar însan ji ber endambûna rêxistinê ceza distînin û ev 5 salên xwe li girtîgehê derbas dikin û mexdûriyeta malbatên van nayê dîtin. Hûn çima li vir vê yekê nabînin? Çima hûn wekhev li herkesî tev nagerin?  Em mafdar in ku vê bipirsin.”

“Divê ku di derbarê dosyaya 200 cilbendê ya di Doza Hîzbullah a bingehîn de çawa di nabeyna rojekê de biryar hatiye dayîn were lêpirsînkirin”

Ozbeklî destnîşan kir heke qiseyên ku di biryara dadgeha bilin de tunebe divê ev yek were nîqaşkirin, divê ku bes dosyaya Ergenekonê re sînûrdar nemîne. Dûvre Ozbeklî wiha pê de çû: “Bi taybet divê ku dosyayên ji 80yan pê ve ên ku li rojhilata Firatê çawa hatiye amadekirin, hakiman van delîlan çawa nirxandiye, dosyayên ku çûne cem wî çawa hatine tehqîqatkirin û her wiha hatiye tehqîqatkirin a ne an jî dosyaya 200 cilbendê ya di Doza Hîzbullah a bingehîn de çawa di nabeyna rojekê de biryar hatiye dayîn were lêpirsînkirin. Raya giştî vê yekê dizane. Ew hesasiyet çima di derbarê van dosyayan de nayê nîşandan? Min di wî pêvajoyê de van dosyayn bi şiklekî baş şopand. Bi taybet di van operasyonên ku li koma wek Hîzbullah tê hesibandin hatine kirin de ev hesasiyet nahatine nîşandan. Ji ber vê yekê em bang li rêvebir û hakiman dikin; van kesan jî bibînin. Em dixwazin ku demildest dosyayên ku piştî 12ê Îlonê hatine amadekirin ji nû ve li ser were sekinandin.” (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir