• DOLAR 32.586
  • EURO 34.813
  • ALTIN 2412.453
  • ...
Dêya naçar ji bona qîza xwe ya nexweş li benda alîkariyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Ertunç a ku li TOKÎyên Kevenliya Wanê îqamet dikin  a niha ji bona tedawîkirina nexweşiyên xwe li benda alîkariyê ne.Hat hînbûn jinik bi xwe bi nexweşiya Epîlepsî, mêrê wê bi KOAHê û qîza wê jî him bi nexweşiya Epîlepsî û him jî bi nexweşiya Otîzmê ketiye. Dêya bi navê Gonca Ertunç  bi şikleke naçar  li benda alîkariyê ye. Lewra pêwîst e ew di 5 Gûlana 2016an de qîza xwe ji bona tedawiyê bibe Meletiyê.

Di derbarê mijarê de Gonca Ertunç ji ÎLKHAyê axivî û di derbarê nexweşiya qîza xwe ya bi nava Nehîr de wiha diyar kir: “Qîza min ji sedî 76 astengdar e. Reşwa me ya aboriyê jî nebaş e. A niha Midûrtiya Bajêr a Polîtîkayên Civatî yên Malbatê mehane 400 lîre alîkariya dide me. Qîza min ji sedî 76 astengdar e lê qet meaş nadine. Di 5ê Gûlana 2016an de li Meletiyê ji bona qîza min randavuya me heye, lê ji ber ku derfeta me tune ye em nikarin biçin.”

 “Rewşa qîza min nebaş e û pêwîst e em wê bibin Meletiyê”

Dê di berdewama axavtina xwe de diyar kir qîza wê Nehîr ji ber ku bi nexweşiyên mîna Otîzîm û  Epîlepsiyê ketiye nikare biaxive  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku li Wanê doxtorê ku bi van nexweşiyan eleqedar dibe tune ye em mecbûr in ku wê bibin Meletiyê. Her wiha em hîn bûn ew dermanên ku li vê derê didan qîza min êdî zirarê didin qezaba wê ya reş.Ji ber vê yekê em mecbûr in biçin Meletiyê ye.Lê belê zilamê min ev bû 2 sal bi nexweşiya KOAHê ketiye.Ji ber vê yekê jî ling û destên wî diworimin û nikare di karekî de bixebite.Ez bi xwe jî sala çûyî ji ber ku bi nexweşiya Epîlepsiyê ketibûn zilamê min  kredî kişandibû û min biribû Enqerê. Ji ber vê krediyê a niha zilamê min meaşê wî tê birîn û mehê tenê 200 lîre tê destê wî. Ji ber van nexweşiyan em nikarin îxtîyacên qîza xwe tedarik bikin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir