• DOLAR 32.547
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2425.542
  • ...
Yekemînên pêşbirka Helbest û Meqaleyan a Wîladeta Pîroz hatin aşkerekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pêşbirka Helbest û Meqaleyan a Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin îsal jî bi navê ‘Pêxemberê Merhemet û Şûrê’  hat tertîpkirin.Berhemên ku îsal ketine derêcê ji teref platformê ve hatin diyarkirin.

Di derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Akgonul wiha axivî: “Pêşbirk ji du kategoriyan pêk dihat ku ji her du kategoriyan jî gelek  berhem hatinşandin. Ji nava van berhemên ku hatine şandin 3 berhemên ku ketine derêcê ji teref endamên komîsyonê ve bi şikleke dîqet hatin bijartin.”

Akgonul di berdewama axavtina xwe de ji kesên ku beşdarî pêşbirkê bûne re teşekur kir û navê kesên ku ketine derêcê wiha diyar kir:

Di pêşbirka meqaleyan de  kategoriya yekemîn  

Yekemîn: Ji Batmanê bi berhema xwe ya bi navê ‘Can Peygamberim Sen Ki’ Zelîha Gurcegîz

Duyemîn: Ji Stenbolê bi berhama xwe ya bi navê ‘Savaşın ve Merhametin Öğretmeni’ Zeynep Tulgar

Sêyemîn: Ji Bûrsayê bi berhama xwe ya bi navê ‘Efendimiz (sav)’in Eşsiz Önderliği’ Muhsîn Şenol

Di pêşbirka meqaleyan de kategoriya duyemîn  

Yekemîn: Ji Diyarbekirê bi berhema xwe ya bi navê ‘Rahmet Peygamberi’ Zehra Balçik

Duyemîn: Ji Rihayê bi berhama xwe ya bi navê Kılıç ve Merhamet Peygamberi Hz Muhammed(SAV)’ Huseyîn Sayhar

Sêyemîn: Ji Diyarbekirê bi berhama xwe ya bi navê ‘ Sana Layık Olamadık’ Beyzanur Aşkin

Di pêşbirka helbestan de kategoriya yekemîn

Yekemîn: Ji Karamanê bi berhema xwe ya bi navê ‘Güle Dokunuş’ Îbrahîm Şaşma

Duyemîn: Ji Mereşê bi berhama xwe ya bi navê ‘Ey Benim Canımın Canı Efendim’ Celalettîn Kurt

Sêyemîn: Ji Mêrdînê bi berhama xwe ya bi navê ‘Rahmetine Susanmış Kılıcın Sahibine’ Sultan Aslan

Di pêşbirka helbestan de kategoriya duyemîn

Yekemîn: Ji Erzeromê bi berhama xwe ya bi navê ‘Zemheride Gül Cemresi’ Alperen Enes Bayar

Duyemîn: Ji Diyarbekirê bi berhama xwe ya bi navê ‘Anlatamamak Seni’ Huseyîn Gulsever

Sêyemîn: Ji Bursa yê bi berhama xwe ya bi navê ‘Muahhara’ Muhammed Ubeyd Aytekîn.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir