• DOLAR 32.38
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2325.56
  • ...
Li Şernexê di 44 rojan de 20 teqemenî hat îmhakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Şernexê operasyonên ku ji 14ê Adarê pê ve dest pê kiribû hêj jî didome û her wiha hat ragihandin ku di 44 rojan de 20 ton teqemeniyên ku ji teref PKKyiyan ve hatiye bicîkirin hatiye îmhakirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ku operasyonên li navenda bajêr bi taybet di taxên Bahçelîevler, Yenî, Cumhuriyet û Îsmet Paşayê de zêdetir bûye. Her wiha hat ragihandin ku heta îro li Şernexê 260 PKKyî hatine kuştin.

Tê ragihandin ku teqemeniyên ku di nabeyna giraniya 10 û 500 kîloyan de diguhere nêzê 20 ton teqemeniyên ku li rexê avahiyên qamuyê, mizgeft û dibistanan hatibû bicîkirin hatiye îmhakirin.

Teqemenî bi xar û pola tê piştgirîkirin

Teqemeniyên ku ji teref PKKyiyan ve hatiye bi cîkirin ji bo ku bandordartir bibe bi qablo, xar, bizmar, tûp, beroş û polayê tê piştgirîkirin.

Teqemenî bi taybet li rexê rê û guzergehan tê bicîkirin. Teqemeniyên ku li malê tê bicîkirin bi taybet li rexê pencere, derî, di nav dolab,nivîn, tûp û di bêşîkan de tê bicîkirin.

Şer didome

Her wiha tê ragihandin di şer û pevçûnên ku li navenda bajêr de didome nîşangir di avahiyên bilind de bicî bûne ji teref leşkeran ve tên lêdan.

Geh geh li navenda bajêr şer zêde dibe. Ji ber vê yekê tê dîtin ku di avahiyên bilind de şewat derdikeve û dû hawîrdor dorpêç dike. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir