• DOLAR 32.557
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2428.535
  • ...
Wesayîta eskeriyê ya bi zirx jinika pîr perçiqand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li semta Ofîsa navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê dema ku jinikeke pîr dikir derbasî hember bibe wesayîta eskeriyê ya bi zirx lê xist. Jinika ku wesayîta eskeriyê lê xist li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li kolana Gevranê di derdora seat 13.30an de pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  pîreka bi navê Xatun Elhamana ku li nufûsa Yamaça Bîngolê qeydkiriye dema ku dikir derbasî hember bibe di bin wesayîta eskeriyê ya bi zirx de ma. Pîreka êxtiyar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeya pîreka ku jiyana xwe ji dest dabû bi ambûlansê rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddînê Eyyûbî.

Ji ber bûyera ku pêk hatiye di navbera xelk û eskeran de minaqeşe derket.Kolana Gevranê  ji yekalî ve ji trafîkê re hat girtin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir