• DOLAR 32.591
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2508.478
  • ...
Zehmetiya rê û hêlanê yên nişteciyên Gundê Kaxkikê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gundê Kaxkikê ya girêdayê navçeya Qebilcewza Êlihê ya ku bi şînayî û avên xwe ve tê nasîn ji ber ki tim û tim hêlan çêdibe û rêya gund xirabeye dibe sedema pirsgirêkan.

Wek Gundê Kaxkika ku nifûza wî 600 kes e û aboriya xwe ji çandin û heywandariyê têr dike gundikên Arpanîk, Hercan, Jaj û Hîxê jî gelek xweş in.

Di gel xweşikiya vî gundê pirsgirêka gund ya wekê rê û hezazê jî heye. Nişteciyên gund yên ku ji ÎLKHAyê re axivîn diyar kirin ku gundê wan gelek xweş e. Lê ji ber ku tim û tim hêlan çêdibe û rêya gund xirabeye tu kesî naçe gundê wan.

Haşîm Çetînbaşê ku ji nişteciyê gundika Jajê ye diyar kir ku ji ber hêlanê rêya gundê wan tê asêkirin. Dûvre Çetînbaş axavtina xwe wiha domand: “Rêya gundê me bi taybet zivistanan gelek bi pirsgirok dibe. Ji ber ku zêde şilî dibare hêlan çêdibe. Ev yek jî dibe sedema asêbûna rêya gund û rê xirab dibe. Ji ber ku zivistanan bi pirsgirêk e em dixwazin ku rêvebir ji niha pê ve ji bo rêyên gundên me bixebitin. 4 gundikên gundê me hene. Ji bo ku bixwînin ji 4 gundikan xwendekar tên vir.”

“Behiştekê me ya veşartî heye”

Ji nişteciyan Şenol Akyol destnîşan kir ji ber pirsgirêka çûnehatê mexdûr bûne. Dûvre Aksoy axavtina xwe wiha domand: “Di encama şiliyekê hindik de jî rêya gundê me ser û bin dibe. 100 malên Gundê Kaxkikê û gundikên wî hene. Ji ber vê yekê divê ku çûnehat baş bibe. Li gundê me derên xweş yên ji bo pîknîkê hene. Mêvanên me yên ku dixwazin werin pîknîkê. Lê ji ber ku rêya gund xirabeye nayên vir. Ji ber vê yekê çûnehat pêwîst e. Em dixwazin ku rêvebir bên vir û rewşa rêyên me bibînin. Behiştekê me heye lê dema kur ê tunebe ev behîşt wek veşartî dimîne. Mêvanên ku tên vir gundê me gelek diecibînin.” (ÎLKHA)


 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir