• DOLAR 32.548
  • EURO 34.875
  • ALTIN 2430.869
  • ...
 "Em ê di makeqanûna xwe de cî bidin laîktiyeke azadîxwaz"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu  di civîna berfirehkirî yên Serokên Bajêran ên AK Partiyê de di derbarê nîqaşên laîktiyê de axavtinek kir. Davutoglu di axavtina ku kir de wiha axivî: “Me berî niha gotibû ku  soza me ji xelkê me re heye û ji bona  ku em pêşnûmaya qanûna bingehîn amade bikin em ketne rêyê. Di nava vê mehê de me îstîşareyên berfireh kir. Me bi akademîsyen û rîspiyan re hevdîtin kir. Di lijneyên partiya xwe de jî bi hurgilî û berfirehî me li ser qanûna bingehîn a sivîl û her wiha di derbarê sîstema serokatiyê ya ku sîstema rêvebirina nû ye de jî axivîn. Herî dawî jî him li gor van îstîşareyan û him jî li gor xebatên berê yên AK Partiyê me heyeta nivînsandina makeqanûnê diyar kir. Ew ê ev heyet ji vê heftê pê ve dest bi xebatên nivîsandibê bike.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir