• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Evîndariya Resulullah tirsan berteref kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alim û perwerdekarên ku beşdarê bernama Wîladeta Pîroz a ku ji teref Koordînatortiya Bajarê Çewlîgê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bûbûn hest û ramanên xwe anîn ziman û diyar kirin pêwîst e ku misliman di rêya Hz Muhemmed û Qur’ana Pîroz de bimeşin.

Mela Nîzamettîn Yaçîn diyar kir ku berê ev bername di nabeyna çar dîwaran de dihat lidarxistin. Dûvre Yaçîn wiha pê de çû: “Dema ku qala van bernaman dihat kirin ewil xwarin dihat hişê mirov. Dema ku însan bi şiur bûn û Pêxember nas kirin êdî ji çar dîwaran derket. Ev bername nû giha heqê xwe. Niha qelebalix kişan meydan û qadan û nû qala jiyana Hz Muhemmedî a rast hat kirin.”

“Evîndariya Resulullah tirsan berteref kir”

Ji alimên herêmê Mela Sahap Korkutata wiha axivî: “Me bi vî bernamê re însanek gelek mezin anî bibîranîn. Me Pêxemberê ku ji bo însanan wek merhemet hatibû şandin anî bibîranîn. Ji însanên ku hatin vir re ji her aliyê ve qala Hz Muhemmed hat kirin. Hewl dan ku însanên tên bernamê astengdar bikin. Însanan nekarîn bitirsînin. Evîndariya Resulullah tirsan berteref kir.”

Kenan Harmanliyê ku ji Kanîreşê beşdarê bernamê bûbû wiha axivî: “Em ji bo bernameya Wîladeta Pîroz hatin vir. Bernameyên wiha baş in. Em dixwazin ku ev yek bidome. Li vir biratiya rastî heye. Ji kîjan bajarê dibe bila bibe biratî heye. Biratiya rastî bes bi Îslamê dibe.”

Haci Yusuf Er diyar kir ku ji vî bernamê gelek xweşhal bûye. Dûvre Eser wiha got: “Xwedê Teala ji kesên ku vî bernamê lidar xistine razî bibe. Em ji bo bernameya Wîladeta Pîroz hatin vir. Xwedê Teala qebûl bike. Xwedê Teala şefaeta Wî bike nesîbê me.”

Saîma Başariliya ku di gel nedîtina çavên wê beşdarê bernamê bûbû hestên xwe wiha diyar kir: “Me vî bernamê gelek ecibandin. Xwedê Teala ji wan kesan razî bibe ku vî bernamê lidar xistine. Xweda yekitî bi biratiyê bike nesîbê me hemiyan.”

 “Xwedê Teala me ji îmanê mehrûm nehêle”

Kumriye Çetkînê ku di gel emrê ym mezin beşdarê bernamê bûbû wiha axivî: “Xwedê Teala ji kesên ku vî bernamê lidar xistine razî bibe. Çendîn sal e ku ez beşdarê vî bernamê dibim. Xwedê Teala me û we ji vî rêyê dûr neke. Xwedê Teala me ji îmanê mehrûm nehêle.”

Ji beşdaran qîza piçûk Şura Yilmaz wiha destnîşan kir: “Ez beşdarê vî bernama ku li vir hat lidar xistin bûm. Ez gelek bi kelecan bûm. Me îlahî xwendin. Wekê her sal îsal jî ez beşdarê bernamê bûm. Ez ji Pêxemberê me gelek hez dikim.” (ÎLKHA)



 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir