• DOLAR 32.798
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2509.436
  • ...
Li Zanîngeha Dîcleyê bernameya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê ji teref Koma Bîlge Gençlîkê ya Zanîngeha Dîcleyê ve bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Mêvanên wekê Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Goktaş, Xatîbê Mizgefta Mezin Osman Yagmur û xwendekar beşdarê bernemê bûn.

Beriya bernemê nimêj hat edakirin. Dûvre Tîlaweta Qur’ana Pîroz û Mewlîda Şerîf hat xwendin.

Serokê Koma Bîlge Gençlîkê Mahmut Durmaz axavtina destpêkê kir û dûvre diyar kir ji bo ku Hz Muhemmed (sxl) baş bê fêmkirin û peyama ku Wî aniye were eşkerekirin wek kom bernamê li dar xistine.

Durmaz dest nîşan kir ev dewra ku erdnîgara Îslamê hatiye perçe perçe kirin ji her wextê zêdetir mihtacê peyama Resûlê Xweda ne. Dûvre Durmaz wiha axavtina xwe domand: “Ev dewra ku wek guran guran hewl didin erdnîgara Îslamê perçe perçe bikin, îbadetxaneyên me dikin wekê wêran, dayîkên ku di şûna hêstirê de xwîn dirêjin em ji her wextê zêdetir mihtacê peyama Resûlê Xweda ne. Wek Koma Bîlge Gençlîkê roja ku me vê komê saz kiriye heta îro me hewl daye ku em peyam û doza Resûlê Xweda belavê her qadê bikin. Bi taybet em hewl didin ku vî peyamê bigihînin ciwanên zanîngehê.”

“Heke di nabeyna Mislimanan de tefrîqe hebe sedema vê yekê nefêmkirina Hz Muhemmed e”

Xatîbê Mizgefta Mezin Osman Yagmur belav kir ku Pêxember însaniyetê ji tarîtiyê derêxistiye ronahî û nûrê. Dûvre Yagmur axavtina xwe wiha domand: “Heke îro Resulê Xweda bijiya hûn wek ciwan hemî ji bo ku bibin sehabî dê bûbûna berendam û namzed. Hûn dê bûbna Sad bîn Ebî Waqqas, Selmanê Farisî, Ebû Ubeyde bîn Cerrah. Hûn îro jî wisa ne. Em bi zatê Hz Muhemmed mişerref dibin. Xwedê Teala bi navê Resulullah peyv û hevokên me dixemilîne. Beriya ku ew neyê fêm kirin û jiyana Wî em tetbîqê jiyana xwe nekin mimkûn nînin ku însaniyet xelas bibe. Heke di nabeyna Mislimanan de tefrîqe hebe sedema vê yekê nefêmkirina Hz Muhemmed e.”

“Anatol we teqlîd dike”

Mehmet Goktaş diyar kir dema ku evîndariya Pêxember tunbe tu tîşt watedar nînin. Dûvre Goktaş wiha destnîşan kir: “Heke ev evîndarî nebe em nikarin tu tiştî bikin û dawî li her tiştî tê. Em bi vê evîndariyê dimeşin. Bîlge Gençlîk bûyerekê wisa hêsan nînin. Niha Anatol we teqlîd dike. Piştî we li her zanîngehê kom hatin sazkirin û bernameyên wiha hatin lidarxistin. Tufana ku li vir dest pê kir îro giha li Tirkiyê heta li Ewrûpyê. Nexwe tiştên ku hûn dixwînin ew jî dixwînin. Ji ber  ku evîndariya Pêxember tunebû ew nekarîn biçin her derê. Di ciyê xwe de man. Ji salonan nekarîn derkevin.”

“Hemî demsal, demsalên Muhemmed in”

Goktaş diyar kir ku bes meha Nîsanê ne hemî meh û demsal yên Muhemmed (as) in. Dûvre Goktaş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji vir pê ve dê qedera vî welatê biguhere. Kesên ku heta doh jî digotin Wîladeta Pîroz bîd’at e îro bername lidar dixin. Me got hemî demsal, demsalên Muhemmed in û êdî her roj dê em tiştekê nû bibînin. Ji bo ku em qala Wî û evîndariya Wî bikin.” (ÎLKHA)



 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir