• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Di qeyrana ceyranê de lihevkirin çêbû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Tabîî  Berat Albayrak, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Faruk Çelîk û Wezîrê Daristan û  Karên Avê Veysel Eroglu  ji bona qeyrana ceyranê ya ku ev bû çend roj li Rihayê berdewam dike li Rihayê civînek li dar xistin. Civîna ku bi cotkaran re hat lidarxistin  nêzî 4 seat  û nîv berdewam kir.Qerarên ku di civînê de hatin girtin bi raya giştî re hatin parvekirin.

Qerara ku di civînê de di derbarê qeyrana ceyranê de hatibû dayîn ji teref Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Faruk Çelîk ve hat daxuyandin.Çelîk di derbarê mijarê de ragihand bi şerta lêxistina sayaçê ew ê temamê cotkaran serê donima pembû 20 lîre, serê donima garisê 11 lîre û serê donima genim jî 20 lîre  bidin û ew di derbarê vê yekê de bi cotkaran re li hev kirine.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir