• DOLAR 32.333
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2282.641
  • ...
Îhmala şaredariyê bû sedema qezayê: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Îhmalkariya Şaredariya Artukluyê bû sedema qezayê. Di qezaya ku ji ber îhmala şaredariyê pêk hat de 2 kes birîndar bûn.

Qeza li ser Kolana Barişê ya Taxa  Yenîşehîra Artukluyê pêk hat. Wesayîta bi plaqeya 06 AE 4519  kete çala ku ji teref şaredarîyê ve ji bona xebatên rê hatibû kolan. Di qezaya ku pêk hat de  ajokarê wesayîtê Selîm Aygun û xanima wî ya bi navê Vesîle Aygun bi şikleke sivik birîndar bûn.

Şifêrê wesayîtê  Selîm Aygun di derbarê qezayê de wiha bertek ji Şaredariya Artukluyê re nîşan da: “Ji ber ku di rêya ku xebat lê tê kirin de tu lewheyên hişyarîyê tunebûn  haya min ji çala ku hatibû kolan çênebû û min qeza kir.”

Her wiha naskirîyên kesên ku qeza kiribûn jî hatin cihê bûyerê û îddîa kirin Şaredariya Artukluyê  kolanê pêşkêş kiriye û ji  ber nebûna lewheyên hişyarîyê ji şaredarîyê re bertek nîşan dan.

Xebatkarê şaredarîyê bi xizmên birîndaran re minaqeşe kir

Hat diyarkirin kesên ku li rêya ku xêbat lê tê kirin dixebite  hat cihê bûyerê û bi xizmên kesên birîndar re minaqeşe kir û kesê ku nîqaşê da destpêkirin nehişt ku rojnameger dîmenan bigirin.Her wiha kesê ku nehişt rojnameger dîmenan bigirin gefê li kesê derdorê jî xwar.Polês li cihê qezayê vekolînan kir û di derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.

Rewşa birîndaran baş e

Hat hînbûn rewşa Selîm Aygun û xanima wî ya bi navê Vesîle Aygun ên ku di qezayê de birîndar bûbûn a niha baş e.

Li cihê bûyerê hat dîtin piştî ku qeza pêk hat re rayedarên şaredarîyê hatin cihê qezayê û lewheyên hişyarî danîn û her wiha şerîda ewlehiyê kişandin.Ji ber vê yekê naskirîyên birîndaran  li dijî wan bi vî awayî bertekên xwe nîşan dan ‘Piştî qezayê hûn hê nû tedbîrê distînin?”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir