• DOLAR 32.649
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2496.273
  • ...
STKyên Îslamî yên Diyarberkirê Platforma Stenbolê li Sûrê ezimand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saziyên Civakî yên Îslamî yên ku li Diyarbekirê fealîyet dikin, rayedarên Platforma  Stenbolê yên ku ji Stenbolê hatibûne Diyarbekirê li navçeya Sûra Diyarbekirê ezimandin.

Heyeta ku li Sûrê çend hevdîtin kirin pişt re derbasî Medreseya Zinciriyê ya li Sûrê bûn û li wê derê  di derbarê mijarinan de îstîşare kirin.

Ji temsîlkarê STKyan Mehmet Turan li medresê daxuyaniyek da.Turan di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em hêvî dikin pirsgirêk û zehmetiyên herema me  bi şikleke aqlêselîm werin çareserkirin û hizûr were heremê. Lê di pêvajoya ku berdewam dike de pirsgirêk hêj nehatine çareserkirin. Divê di warê çareseriya pirsgirêkan de hemû kes destê xwe  têxe bin kevir.”

Dû re Yunus Memîş axavtinek kir. Memîş di axavtina ku kir de  diyar kir ew berî vê mehekî li Stenbolê çûne ziyareta kesên ku a niha hatine ziyareta wan û dû re wiha pê de çû: “Wê demê me feyza biratiyê ji we wergirtibû û bi vî awayî em ji wir veqetîyan.Em wek STKyên heremê divê avê li vî agirî dabikin.Pêwîst e em pirsgirêkan bi şikleke lez çareser bikin.Ji ber vê yekê jî bi hevre hereket kirin girîng û muhîm e.”

Lijne piştî îstîşareya ku hat kirin li navçê vekolînên xwe domand.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir