• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Xwêya kevir bû çavkaniya aboriya wî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundên Melefan û Korîrê ya ku girêdayê navçeya Hezoya Êlihê ne xwêya kevir ya ku ji bîrên xwê yên dîrokî tê derxistin bû çavkaniya aboriyê. 

Umît Işikê ku endazyarê Bilind a Erdnasî ye diyar kir sitûraya vê xwêya ku dîroka wî kevin e nêzikê 400 mêtre ye. Her wiha Işik bal kişand ji ber ku çavkaniya vê xwêyê zêde ye herêm dikare niyaziya xwe ya xwê ji vir têr bike.   

Işik destnîşan kir ku Herêma Anatolê ya Rojhilata Başûr di derbarê xwê de gelek dewlemend e. Dûvre Işik wiha pê de çû: “Gelek bîrên xwê yên ku rexê faya Anatolê ya Rojhilata Başûrê ye hene. Gundên Melefan û Korîrê xwediyê vê çavkaniya xwêyê ye. Ev xwê ji welatiyên ku vê bi derfetên xwe derdixin re dibe çavkaniya aboriyê. Ji derve de av didin bîrê. Dûvre xwêya şûr pêk tê. Piştî vê yekê wî avê dûkelînin û di encama vê yekê de xwê çêdibe. Di encama lêkolîna me de bi taybet tê dîtin ku şîrketên niftê yên ku nêzê çavkaniyên xwê hatine sazkirin sitûriya vî xwêyê nêzê 400 mêtreyan e. Em ji bîr ve nekin ku li herêma me ji xeynî van çavkaniyan gelek çavkaniyên ku dişibihe vê hene.” (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir