• DOLAR 32.383
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2326.35
  • ...
12 PKKyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serkantiya giştî ya leşkerî di derbarê operasyonên ku li PKKê tê lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di operasyonên ku li PKKê hatine lidarxistin de li Qers, Mêrdîn û Şernexê bi tevahî 12 PKKyî hatine kuştin.

Gor vê daxuyaniyê di operasyonên ku doh hatine lidarxistin de li Mêrdînê 3, li Şernexê 4 û li Qersê 5 bi tevahî 12 PKKyî hatine kuştin.

Gor daxuyaniyê bi van 3 kesên ku li Nisêbînê hatine kuştin re jimara PKKyiyên ku hatine kuştin bû 295. Di navçeya ku 15 teqemenî hatine îmhakirin heta niha jimara teqemeniyên ku hatine îmhakirin bûye 653.

Li Şernexê bi 4 PKKyiyên ku hatine kuştin re jimara PKKyiyên ku li Şernexê hatine kuştin bûye 256 û her wiha li navenda bajêr de heta niha 750 teqemenî hatine îmhakirin.

Hat ragihandin ku li navçeya Qagizmana Qersê di operasyonên ku hatine lidarxistin de 5 PKKyî hatine kuştin û gelek çekên wekê Bîksiyek û 250 berikên wê ve, 3 keleş, 10 carcûr û 400 berik, roketek û 3 berikên wê, dabancek, têlsizek, 4 çente û 3 tilumên xewê hatine bidestxistin.

Hat ragihandin li ser tespîtkirina bombeya ku hatibû bicîkirin di nabeyna leşker û PKKyiyan de şer derket. Di encama şerê de PKKyiyek mir yek jî wek birîndar hatiye bidestxistin. Ji xeynê vê yekê 2 narincok û 2 keleş hatine bidestxistin û 2 teqemeniyên ku di bin erdê de hatibûn bicîkirin hatin îmhakirin.

Di lêgerînên ku li navçeya Geverê li PKKê tê kirin de PKKyiyek teslîm bûye û yek ji wan jî bi binasiya ku alîkariyê PKK kiriye hatiye girtin. Her wiha di navçeyê de keleşek û çekek mêçîrê hatine bidestxistin û 2 teqemenî jî hatine îmhakirin.

Li Qilabanê (Uludere) çekên giran hatin bidestxistin

Di derbarê operasyonên ku li navçeya Qilabana Colemêrgê hatine bidestxistin de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Balafirşikênek, Bîksiyek û 200 heb berikê wî, roketek û 10 mihîmatên wî, gelek dînamêt, 250 heb funyeyên ceyranê, 50 m qablo, jeneratorek, 2 hiltî, 4 akû, panelekê rojê, 100 kg sotemenî û gelek melzemeyên wek cil û berg, zexîre û melzemeyên paqijiyê hatine bidestxistin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir