• DOLAR 32.441
  • EURO 34.844
  • ALTIN 2480.766
  • ...
Piştî Lijneya Wezîran di derbarê Kilîsê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş piştî Civîna Lijneya Wezîran di Qesra Çankayayê de di derbarê rojevê de daxuyanî da.

Kurtulmuş di derbarê geşedanên ku li Kilîsê diqewime de axivî. Kurtulmuş diyar kir ku li navenda Kilîsê 127 hezar Sûriyeyî hene. Gelê Sûrî bi van kesan re nanê xwe parve dike. Ji ber vê yekî wî ji gelê Kilîsê re teşekûr kir.

Dûvre Kurtulmuş di derbarê bajarê de wiha axivî: “Kilîs bi hinek koman re cîrane. Yanê Kilîs bi PYDyê ku li herêma Afrînê ye, DAÎŞê ku li rojhilatê ye û di navîn de Artêşa Sûrî ya Azad re cîran e. Ji 18ê Çileya Paşîn pê ve ji teref kozikên ku DAÎŞ li wir in ve 46 roket hatiye avêtin. Di encama vê yekê de 17 kes jiyana xwe ji dest dane. 10ê wî Tirk in. 61 kes jî birîndar bûne.”

Kurtulmuş di der heqê tedbîrên leşkerî de wiha axivî: “Ji bo ku zirarên esnafê were têrkirin, dikanên ku xirab bûne werin tenzîmkirin, wextê kesên ku li bajarê Kilîsê hatine îstîxdamkirin dê derkeve , biryar hatine dayîn. Di çarçova vê yekê de dê ji bo ku zirar werin têrkirin ji teref Serokwezîrtiyê ve 10 milyon were dayîn.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir