• DOLAR 32.496
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2432.797
  • ...
Coşa Muhammedî li Stenbolê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Coşa bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ li Stenbolê tê tertîpkirin bi coşeke mezin berdewam dike.Bi deh hezaran kes beşdarî bernamê bûn.

“Cudatî wek serdestiyê tên bikaranîn ku ev yek jî nayê qebûlkirin”

Ji rojnamegerên Dogruhaberê M.Elî Gonul daneza Platforma Evîndarên Pêxember xwend.

Gonul madeyên danezanê wiha bi rêz kir:

1-Her cuz’ê ummetê wek azayên bedenekî ne.Zilm û neheqiya ku li cuz’ekê bê kirin di nezera me de weke ku li temamê ummetê hatiye kirin e.

2-Reng û ziman ji ayetên Xweda Teala ne.Cudatiyên me weke ku Rebbê me ferman dike ‘Ji bona hevdû naskirinê’ ye; bikaranîna cudatiyan di warê xurtkirina tefrîkayan de û di bikaranîna kirina serdestiyê  de nayê qebûlkirin.

3- Weke her neqil îxtîyaca ummetê bi wehdet, yekîtî û bi hevrebûnê re heye.Heger ummet bibe yek û bihevdûre tevbigere ew ê wê demê qewî û bi hêz bibe.

4-Misliman birayên hev in. Divê cudatiyên me yên qewmîyetê nebin sedem ku em ji hevdû dûr kevin û li hevdû serdestiyê bikin, her wiha divê cudatiyên me yên mezhebi jî nebin sedem ku dijmintî û neyartî di navbera me de derkeve.                                                                                      

5-  Divê lijneyeke ku tê de welatên Mislimanan û civakên Mislimanan li gor nufûsa xwe ew ê tê karibe bê temsîlkirin  were avakirin.Ev lijne divê di her mijara ku ummetê eleqedar dike de karibe qeraran bistîne , divê ev qerarên ku ev lijne bistîne hemû welatên Îslamê eleqedar bike.

6-Sedema esil a bêhizûriya di nava alema Îslamê de mudaxeleya hêzên derve ye ku ev hêzên derve hewl didin  ji bona sîyonîstan hizûrê tesîs bikin.Divê mudaxeleya hêzên derve li dijî alema Îslamê bi dawî bibin û di nava hedefên ewil ên welatên Îslamê de ji axên ku hatine îşxalkirin derxistina sîyosnîst Îsraîl hebe.

7-Misliman divê ne di şer de di xêrê de bikevin pêşbirkê û her wiha di qencî û taqwayê de bi he re bikevin pêşbirkê. Bi hevdû re lêbikîna Mislimanan tenê li feydeya dijminan e.Divê hemû Misliman ji gotinên ku îxtîmal e di nava Mislimanan de bibin sedema pevçûnê xwe bidin paş û pêwîst e gotinên mîna van nekin.

8-Pêwîst e alema Îslamê di nava sulh û aşîtiyê de be ku ev yek jî li feydeya Mislimanan û  însanan e. Divê her Misliman ji silh û aşîtiya alema Îslamê re xizmetê bike.

9-Bêyî Îslamê tu qedr û qiymeta Tirkîtî, Kurdîtî û Erebîtiyê li ba qeta Xweda tune ye.Em hemû bi Îslamê  bûn xwediyê şerefê. Yê ku şeref û izzetê dide him Kurd him Tirk û him jî Ereban Îslam e.

10- Sedem û çavkaniya van musîbet û belayên ku tên serê me dûrbûna me ya ji Îslamê ye. Ji bona ku ji van musîbetan em xelas bibin pêwîst e ji nû ve  di nefs û malbatên xwe de di civak û îdareya dewletê de bi şikleke kamil xwedî li Îslamê derkevin û Îslamê bijîn.Xelasî encax bi vî awayî mimkûn  e.

11-“Xweda Teala heqê her kesî daye xwediyê wan” Divê bê şert û merc ew heqên ku Xweda Teala dane ji xwedîyên wan re bên dayîn û îadekirin.

12- Ziman ji ayetên Xweda ne.Îslam destûr nedaye qedexekirina tu zimanî, berewajî ji bona ziman xwe pêşve bixin îmkan daye wan.Sînordarkirin û qedexekirina tu zimanî nayê qebûlkirin.Divê tu Misliman nebe terefdarên van qanûnan.

13- Îslam bingeha nasnameya me ye.Dûrkirina xelkê ji Îslamê di rastiyê de ji esla wî dûrkirin e.Heta îro tu hêz bi ser neket ku xelkê me ji nasnameya Îslamê dûr bike  û ew ê ji îro pê ve jî nikaribe dûr bike.Ew kesên ku di vî warî de di nava hewldanekî de ne divê vê rastiyê bibînin û divê dawî li wan hewldanên xwe yên ku zirarê didin Misliman û xeyrî muslîman.

14-Divê em pirsgirêkên xwe ne di nava pevçûn û qîl û qalê de divê di çarçoveya silh û aştiyê de çareser bikin, heger em bi vî awayî bikin em ê  hizûr û selametiyê bi dest bixin.Berî  her tiştî divê em hemû terefdarê silhê bin.

Bername bi temamê kelecan û coşa xwe berdewam dike.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir