Li Batmanê bernameya mewlûdê bi coş û kelecaneke mezin dest pê kir
Bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Batmanê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî bi kelecan û coşeke mezin dest pê kir.
Bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ ya ku li Batmanê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî bi kelecan û coşeke mezin dest pê kir.
Bername di seat 13.30an de piştî edakirina nimêja nîvro bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Hat dîtin di destpêka bernamê de bênavber tekbîr û salawat tên anîn.
Bi taybetî jî li qada bernamê hat dîtin pîrek eleqeyeke mezin nîşanî bernamê dane.Di bernamê de nîdayên ‘Salat û Selam li ser te be Ya Resûlê Xwedê’ bi ber asîmanê ve bilind dibin.
Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm mewlûdxanan Mewlûda Şerîf xwendin û zarokên biçûk jî ayet û hedîsan anîn ziman.
Arîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok, Abdurrehman Cens, Saît Ortaç, Endamên GÎKê Îsa Aydin û Serkan Ramanli û her wiha gelek kesên ji teşkîlatên bajêr û navçê yên HUDA PARê beşdarî bernamê bûn.
Her wiha gelek zêde alim û seyda, temsîlkarên cemaetên îslamî , rîspî û temsîlkarên STKyan jî beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bûne.
Bername a niha bi axavtina Mela Beşîr Şîmşek berdewam dike.(ÎLKHA)