Bernameya Wiladeta Piroz a li Kilîsê hat îptalkirin
Platforma Evîndarên Pêxember bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê li Kilîsê tertîp kiribana ji ber roketên ku ketine nava bajêr betal kir û diyar kir ew jî vê êşa wan di dilê xwe de dijîn.
Koordînatoriya Bajêra Kilîsê ya Platforma Evîndarên Pêxember ragihand bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê li Kilîsê îro hatibana tertîp kirn hatiye betalkirin.
Rayedarên platformê di derbarê betalkirina bernamê de axivîn û wiha gotin: “Em wek Platforma Evîndarên Pêxember her sal li Kilîsê me bernameya Wîladeta Pîroz tertîp dikir.Îro jî me niyet kiribû da ku li Kilîsê bername tertîp bikin.Lê me bernameya xwe ya îro ji ber ku roket ketine nava bajêr û ji ber ku însan jiyana xwe ji dest dane û her wiha ji bona kesên ku ji ber roketan birîndar bûne îptal kir.”
Di dawiya daxuyaniya ku ji teref rayedarên platformê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Em ji malbatê kesên ku di êrîşê de naskirîyên wan jiyana xwe ji dest dane re ji Xweda Teala sebrê teleb dikin.Her wiha em ji Xweda Teala ji kesên birîndar re jî şifayê niyaz dikin.”(ÎLKHA)