• DOLAR 32.57
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2427.2
  • ...
Lijneya HUDA PARê li Kilîsê tehqîqat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Entabê yê HUDA PARê Nakşî Erat û lijneya pê re ji ber ku di van çend rojên dawî de Kilîs dibe hedefa roketan çû Kilîsê û li wir tehqîqat kir.

Esnafê Kilîsê pirsgirêkên xwe ji lijneyê re ragihand. Esnaf diyar kir ku ji ber geşedanên Sûrî wan wek esnaf gelek zirarê dîtine. Her dem ew bi mirinê       re rû bi rû dimînin. Wan wek esnaf daxwaziya ewlehiyê kirin.

Erat di derbarê tehqîqata ku li Kilîsê kiribûn de zanyarî da ÎLKHAyê. Her wiha Erat diyar kir avêtina roketê ya nav qada ku siwîl li wir dijîn bi tu wechê nayê îzahkirin. Ji ber vê yekê Erat bang li desthilatdaran kir ku ew demildest tedbîra vê yekê bigirin.

Erat diyar kir ji ber ku li Sûrî şer heye gelê Kilîsê li ser sitrûyan e. Her wiha Erat bal kişand ku hêzên emperelîst ên navneteweyî bi peymana Sykes Pîcotê re sînorên erdnîgarê Îslamê di nabeyna xwe de wek perçekirî parve kirine.

Dûvre Erat axavtina xwe wiha domand: “Gor Peymana Sykes Pîcotê ji van sînoran re 100 sal wext diyar kiribûn û ev 100 sal niha wek wext tîje bûye. Ji ber vê yekê niha projeyên xetkirina sînorên nû hene. Bi vê yekê re welatên Îslamê yek û yek îşqal dikin. Ew bixwe wek welat beşdar nabin. Bi herbên wekaletî vê yekê meşrû dikin û çekên xwe difroşin.”

 “Hêj jî çareserî ji herba Sûrî re nehatiye dîtin”

Erat bal kişand ku şerê Sûrî roj bi roj kurrtir dibe. Dûvre  Erat wiha pê de çû: “Hêj jî çareserî ji herba Sûrî re nehatiye dîtin. Bi vê yekê re hewl didin ku Tirkiye jî têkeve şerê. Ew roketên dikevin nav bajarê ku siwîl li wir dijîn. Avêtina roketê ya nav qada ku siwîl li wir dijîn bi tu wechê nayê îzahkirin.”

Divê ku rêvebir tedbirên ciddî hilînin

Erat ji ber ku di van çend rojên dawi de Kilîs bûye hedefa roketan ji gelê bajarê re hêvîdariya sebr û sebatê kir û dûvre axavtına xwe wiha domand: “Ji ber ku roket îsabetê lojmanên mizgeftê kiriye lojmanên mizgeftê zirar dîtine. Ji ber vê yekê em daxwaziya silametî û sebr û sebatê ji gelê bajarê re dixwazin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir