• DOLAR 32.559
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2431.41
  • ...
Ev bû 2 roj  ji zarokê ku ji teref PKKê ve hatiye  revandin xeber nayê girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Omer Çakmakê ku 17 salî ye xwendevanê Lîseya Meslek Anadoluya Yildizê bû ku ev bû 2 roj xeber jê nayê girtin.Malbata Omerî yê ku nikare jê xeberekê bigire diyar kirin lawê wan ji teref PKKê ve hatiye revandin û wî ji bona pevçûnan revandine çiyan.

Nûrî Çakmakê ku bavê zarokê windabûyîye di derbarê lawê xwe de diyar kir lawê wî herî dawî ji ba wî çûye mektebê û lawê wî li mektebê ji teref xwendevanekî din ve  hatiye xapandin û wî revandine çiyan.

Çakmak di berdewama axavtina xwe de diyar kir di heman mektebê çend kesên din jî bi vî awayî hatine xapandin û wan birine çiyan.Çakmak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Serê şeveqê min lawê xwe danî rawestgehê da ku biçe mektebê. Dema ku bû êvar nehat malê, me lêgeriya lê belê me jê xeber negirt. Dû re me dest lêgerînê kir.Seat bû 23.30 ez çûm ewlehiyê û min ji wan re got ku  lawê min ji teref hevalê wî yê bi navê A.A.O ve hatiye xapandin û wî revandine çolterê.Dû re min bavê A.A.O jî geriya wî ji min re got ku lawê min jî çûye çolterê.”

 “Lawê min ê ku ez bidim PKKê tune ye”

Çakmak di berdewam axavtina xwe de diyar kir ew ji malbateke dîndar tên û lawê wî jî dîndar bû. Çakmak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji vê derê bang li HDP û PKKê dikim, bila lawê min serbest berdin.Bila tahamulla me neceribînin.Em digel malbata xwe 7 kes in. An ew ê me li ber partiyê bidin ber guleyan an jî ew ê lawê me bidin me.Em malbatake dîndar in, lawê min jî dîndar bû. Wî li mektebê xapandin û wî revandin.Ez vê yekê ji HDP û PKKê re dibêjim.  Êdî bes e. Canê vî mîlletî ji bona ku bide we tune ye.Êdî bes e! Bila zarokên vî milletî ji hinekan re pêşkeş nekin û wan nedin kuştin.Lawê min ê ku ez bidim PKKê tune ye.”

 “Parlementer ji ser xwîna lawê min li Enqerê di nava kêfê de dijîn ku ez nikarim li vê bêdeng bimînim”

Çakmak di berdewam axavtina xwe de diyar kir parlementer ji ser xwîna lawê min li Enqerê di nava kêfê de dijîn ku ez nikarim li vê bêdeng bimînim û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew kesên ku qaşo parlementer in,  qîzên xwe li Îngîlterê  didin xwendin û lawê min jî dişînin çiyan.Ew kes nikarin bi vî awayî li ser lawê min rantê bi dest bixin.”

 “Lawê min hêj biçûk e wî xapandin”

Sureyya Çakmaka dêya Omer Çakmak jî di derbarê rewşa lawê xwe de wiha axivî: “Em malbateke dîndar in.Ez naxwazim lawê min derxînin çiyan.Ez naxwazim lawê xwe mezin bikim û ji PKKê re feda bikim.Ez bang li hemû kesî dikim.Bila hemû kes li dijî PKKê birawestin û vê xwîna ku diherike bisekinenin.PKK bila lawê min serbest berde.Min lawê xwe ji bona derkeve serê çiyan mezin nekir.”

Çakmak di dawiya axavtina xwe de diyar kir hinek kes li ser xwîna zarokên me zewq û sefaya xwe dinêrin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Zarokên feqîran dişînin çiyan û ew jî kêfa xwe mêze dikin.Kezeba min şewitandin.Êdî ez nizanim çi bibêjim.Zarokê min xapandin. Bi sedan dê hene ku a niha ew jî weke min in.Ez bang li serokwezîr û serokomar dikim, bila lawê min ji min re bînin.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir