Li 16 gundên Lîceyê derketina derve hat qedexekirin
Li 16 gundên ku girêdayê Lîceyê ne derketina derve hat qedexekirin.
Di derbarê mijarê de ji teref qeymeqamtiyê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin ji ber operosyonên ku li dijî PKKê tên kirin di 23.04.2016an di seat 09.00an de derketina derve hatiye qedexekirin.Navên gundên ku lê qedexe hatiye îlankirin bi vî awayî ne: Dîbek, Arikli, Çagdaş, Yolçati, Tepe, Serînce, Begendîk, Esenlî, Kabakaya, Uçarli, Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur û Dolunay.
Her wiha hat hînbûn ew ê qedexe heta daxuyaniyeke din berdewam bike.(ÎLKHA)