Batman haziriya bernameya sibe dike
Haziriyên platformê ya ku ew ê sibe ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Êlihê bê tertîpkirin dest pê kirin.
Her weke ku tê zanîn ew ê sibe ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Batmanê bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed ‘ bê tertîpkirin ku haziriyên vê bernamê dest pê kirin.
Endam û dildarên komeleyên ku endamên Platforma Evîndarên Pêxember in bênavber xebat û haziriyên xwe yên ji bona bernameya sibe didomînin.
Ji Koordînatorên Batmanê yê Platforma Evîndarên Pêxember Ercan Ekîncî di derbarê haziriyên ku tên kirin de wiha axivî: “Em a niha li qada ku ew ê lê bername bê pîrozkirin hazirin. Haziriyên me yên ji bona bernameya sibe bênavber berdewam dikin.Em ê qada xwe ji bona bernamê bi şikleke herî xweşik bixemilenin.Em ji niha ve xelkê xwe yê Batmanê dawetî bernameya sibe dikin.”
Ji rexê din ve li sikak û kolanan wesayîtên anonsê ji bona bernameya sibe digerin û xelkê Batmanê vedixwînin bernamê.(ÎLKHA)