Qedexeya derketina derve ya li Silopiyê tê rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku li Silopiyê berdewam dike ew ê ji sibe pê ve qismen bê rakirin.
Her weke ku tê zanîn ji 5ê Nîsanê vir ve li navçeya Silopiya Şernexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û operasyon hatibûn destpêkirin ku ev qedexe li gor agahiyan ew ê ji sibe pê ve qismen bê rakirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Şernexê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de wiha hat diyarkirin: “Qedexeya derketina derve ya ku di 05.04.2016an de ji bona qefaltina endamên rêxistina terorê û ji bona tesîskirina ewlehîya can û mal a xelkê hatibû îlankirin ew ê sibe pê ve di navbera seat 04.30 û 21.30an de bê rakirin.Li navçê ew ê ji seat 21.30an heta 04.30ên şeveqê qedexe berdewam bike.”(ÎLKHA)