• DOLAR 32.325
  • EURO 35.095
  • ALTIN 2282.007
  • ...
Li Qamişloyê lîstika pevçûnê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê 3 rojan li Qamişloya Kurdistana Rojava di navbera YPGya şaxa eskeriyê ya PYDê û eskerên rejîmê de  pevçûn derketibû ku rastîyên vê pevçûnê ji teref ÎLKHAyê ve hat aşkerekirin.

Di derbarê mijarê de Mihemed A.yê ku li navenda Qamişloyê dijî diyar kir ji xeynî Taxên Alaya û Cumayê tu derê din bûyer derneketine.

 “Hemû kes dizane ku PYD li ba rejîm cihê xwe girtiye”

Mihemed di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew tiştên ku îro li Qamişloyê pêk tên ji lîstikekî pê ve ne tu tişt in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew rêya ku PYD taqîb dike ji teref Kurdan ve nayê qebûlkirin û Kurd êdî vê yekê tehqîq dikin. Hemû kes dizane ku PYD li terefa rejîmê ye û ew bi hev dû re tevdigerin. Em wek Kurdan vê yekê qebûl nakin.Ev rejîm bi salan zilm li me kir, me kuşt.Tiştek nema ku neanî serê me.”

“Gelo Kurd ji van bawer dikin?”

Mihemed di berdewama axavtina xwe de di derbarê mijarê de wiha nirxandinan kir: “PYD ji bona ku bibêje ‘me bi rejîmê re hevpeyman nekiriye, em bi wan re hereket nakin, lê binêrin em bi wan re şer dikin’ derdorê dide welwelê. Her derî ji ber vê yekê dişewitîne. Ew ê dû re bibêjin ‘ Me li vê derê şer kir û vê derê bi şerkirinê bi dest xist.’ Wellah û billah derew e ! Lewra ji xwe di navbera xwe de dabeş bûne. Ka lê binêrin rejîm li Şam, Heleb û heremên din ji bona ku gundekî bi dest bixe bi mehan hewl dide lê nikare bi dest bixe. Ji hewayê didin ber bombeyan, bi sedan kes dimirin. Lê PYD çi dike? Dibêje ‘me di seatekî de vê derê bi dest xist  û nîv seat şûnde jî wê derê.’Ji bona Xwedê dibe ku Kurd ji van bawer bikin?”

 “Mirin qet ne xema wan e”

Mihemed di berdewama axavtina xwe de diyar kir weke her car dîsa siwîl zirarê dibînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Naskiriyekî min ê siwîl jiyana xwe ji dest da û  a niha 4 kes birîndar in.Heta niha 9 siwîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar in.Mirinên kesên siwîl qet ne xema wan e.Ji bilî ve piçekî din pêş ve diçin û dibêjin ‘Bila çend esker jî bimirin.’Bes ku jê bê bawer kirin hemû tiştî dikin.”

Gelo li bajarekî du dewlet dibe?”

Mihemed herî dawî van tiştan anî ziman: “Lê binêrin PYD dibêje ‘me Rojava bi dest xist û em bûn dewlet’ filan û bevan. Li bajarekî du dewlet dibe? Li navenda Qamişloyê polêsên trafîkê hene.Li rexekî polêsên rejîma Esedê ku bavê wî bi hezaran Kurdî qetil kiriye û li rexê din jî qaşo polêsê PYDê.Madem hûn şer dikin, ev çi halê? Çima dema ku hûn birêve diçin çima hûn destên xwe ji hevdû re dihajînin? Balafirgeha Qamişloyê di destê rejîmê de ye, çima fermandarên we vê balafirgehê bikartînin û diçin Ewrûpa  û Emrîkayê.Him jî bi şiklekî bê zehmet û bêpirsgirêk.Her roj li wê derê PYD û rejîma Sûriyê civîn dikin. Li ser masê yek in û tevde hereket dikin.Ji bona ku vê yekê veşerin îro fîl bi hev ketine.Bi kurtasî tiştên ku îro pêk ten lîstina senaryoya ku li masaya ku li balafirgehê ye pê ve ne tu tişt e.Ev lîstik e.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir