Walîtî: Li Dêrsimê 3 esker jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin teqemeniya ku li mewqîya Goktepeya li ser rêbeja Elezîz û Dêrsîmê hatibû bicîkirin dema ku wesayîta eskeriyê derbas dibû hat teqandin, di encama teqînê de 3 esker jiyana xwe ji dest dan.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Dêrsimê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin teqemeniya ku li mewqîya Goktepeya li ser rêbeja Elezîz û Dêrsîmê hatibû bicîkirin di derdora seat 10.00an de di dema wesayîta eskeriyê de hat teqandin, ji ber teqînê 3 esker jiyana xwe ji dest dan.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin kesê birîndar tune ne.(ÎLKHA)