• DOLAR 32.331
  • EURO 35.072
  • ALTIN 2299.086
  • ...
Li Qamişlo pevçûn berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajêra Qamişloya ku li sînora Nisêbînê ye pevçûna ku di navbera eskerên rejîmê û YPGya ku milê eskerî ya PYD ye de derketibûn hêj berdewam dikin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine wergirtin şer û pevçûn exlebe li Taxên Cuma û Alayaya Qamişloyê pêk tên.Her wiha hat hînbûn li bajêr ji teref YPGê ve îro li camîyan kirina nimêja Înê hatiye astengkirin.

Hat ragihandin îro di derdora seat 04.00an de hêzên çekdar ên ku girêdayê Eşîra Şemmarê ne li cihê ku weke Qantona Cezîrê tê binavkirin  8 kesên ku girêdayê YPGê ne kuştine û dest danîne li ser çekên wan.Hat diyarkirin  Eşîra Şemmarê li heremê muttefîkê YPGê bû.

Humeydî Dehham el-Hadî yê ku Serokê Eşîra Şemmarê ye li Qantona Cezîrê hevserokê îdarê bû û her wiha eşîra wî li Sûrî, Urdun, Iraq û Erebîstana Sûid xwedî endamêne. Humeydî Dehham el-Hadî her wiha pismamê Ahmed el-Cerba ye ku ev şexs jî Serokê Berê yê Koalîsyona Navteweyî yên Hêzên Şoreşger û Muxalif ê Sûriyê bû. El-Cerba her wiha endamê Konseya Şoreşgerê Klanên Sûriyê ye û pêwendiyên nêz ê wî bi Erebîstana Sûid re heye.

Pevçûna ku di navbera du aktoren girîng ên rêxistina ‘Hêzên Sûriyê yên Demokratîk’  de derket balan kişande li ser xwe.

Ji ber pevçûnên ku li bajêr berdewam dikin xelkê bajêr malên xwe û heremê terk dikin û berê xwe didin heremên bi ewlehî.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir