• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Êlihê haziriyên Wîladeta Pîroz berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn  vê şemîyê ew ê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Qada Mewlûdê ya li kêleka Otogara Nû bernameya Wîladeta Pîroz bê tertîpkirin.Haziriyên ku ji bona bernamê hatibûn destpêkirin bênavber berdewam dikin. Endam û dildarên platformê di vê çarçoveya xebatan de dest bi belavkirina 100 hezar kitêbên siyerê kirin.Ji rexê din ve Hîra-Dera ku ji komeleyên endamê  platformeye jî ji bona bernamê wesayîtên anonsê xemilandin û ji bona vexwandina bernamê li kolan û sikakan dest bi gerînê kirin. Wesayîtên anonsê ew ê heta roja bernamê ji bilî nava bajêr her wiha li gundên nêzî navendê jî bigerin û ew ê banga beşdarbûna Wîladeta Pîroz bikin.

Serokê Giştî yê Hîra-Derê Mehmet Elî Ruzgar di derbarê mijarê de diyar kir ew wek Platforma Evîndarên Pêxember her sal bernameya Wîladeta Pîroz tertîp dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em wek platformê bernameyên bi vî awayî tertîp dikin em di nava komeleyên ku endamên platformê ne de wezîfeyan belav dikin. Ji wezîfeyên haziriya bernamê wesayîtên anonsê behra me ket.Me wesayîtên xwe xemiland û ew ê ev wesayîtên me heta roja bernamê bigerin.Bi vî awayî em ê xelkê xwe yê Batmanê dawetî bernameya Wîladeta Pîroz bikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir