Xortê ku ketiye nav dest û piyan gazî eskeriyê kirin
Ahmek Amakê 20 salî yê hê dema ku sê mehî bû ji ber ku ji derekî bilind ketibû ketiye nav dest piyan ji teref TSKê ve bang lê hat kirin da ku were eskeriyê.A niha tê meraqkirin rewşa xortê ku ketiye nav dest û piyan wê çawa bibe , lewra ew baqaya tê xuyakirin.
Ahmet Amakê ku digel malbata xwe li navçeya Artukluya Mêrdînê dijî dema ku 3 mehî bû ji dereke bilind ketibû û ji ber vê yekê êdî nema dikaribû rabe ser piyan.Amakê ku ketiye nav dest û piyan ev bû 20 sal ku nikare rabe li ser piyan.Hat hînbûn Amakê ku ketiye nav dest û piyan a niha ji teref TSKê ve bang lê tê kirin da ku were eskeriyê.
Malbata Amak diyar kir ji ber ku lawê wan qeçax xuya dike celb hatiye mala wan û ew ji ber vê rewşê dixwazin ku ev xeletî bê rastkirin.Mehdiye Amaka dêya Ahmet Amak e di derbarê rewşa lawê xwe de wiha axivî: “Dema ku lawê min 3 mehî bû kete erdê.Wê demê me wî bire nexweşxanê.Ji me re gotin an ew ê bimire an jî ew ê bimîne.’Me wî neda ameliyat kirin û dûvre me wî ji bona tedawiyê bire Stenbolê.Li wê derê jî ji me re gotin ku tedawiya vê nexweşiyê tune ye û em ji wê derê vegerîyan.Ev bû 20 sal ku lawê min di nav nivînan de ye.Bi tena serê xwe nikare tu tiştî bike. Digel ku rapora wî ya astengbûnê hebû jî wî gazî eskeriyê kirin.A niha celba qeçaxbûnê ya wî hatiye.Ji ber vê yekê ez çûm şubeya eskeriyê, li wê derê ji min re gotin ku divê lawê tê bê vê derê.A niha ez ê vî lawî çawa bibim.”(ÎLKHA)