Cotkar Rêya Hevrişîmê ya dîrokî ji trafîkê re girtin
Cotkarên navçeya Qosera Mêrdînê ji bona ku birînên ceyranê yên DEDAŞê protesto bikin Rêya Hevrişîmê ya dîrokî ji trafîkê re girtin.
Hat ragihandin DEDAŞ ji ber ku cotkar sayacên ceyranê li bîrên avê lênexistinê ceyrana wan biriye ku cotkar jî ji ber vê yekê ji rewşê re bertek nîşan dan û Rêya Hevrişîmê ji trafîkê re girtin.Cotkar diyar kirin ji ber birînên ceyranê mahsûlên wan zirar dîtiye û bang li rayedaran kirin.
Cotkarên ku ji bona bertekê ji DEDAŞê re nîşan bidin û DEDAŞê protesto bikin tekel şewitandin û rê ji trafîkê re girtin.
Ji ber girtina rê gelek polês û cendirmê hatin cihê bûyerê.Ji ber ku rê ji trafîkê re hatibû girtin wesayît ketin rêzê û ji ber vê yekê çend kilometre rêza wesayîtan derket holê.
Musa Tezdonenê ji cotkarên gundê Sînarayê li ser navê cotkaran daxuyaniyek da û bertekên xwe wiha anî ziman: “A niha herema Mêrdînê di nava zirareke mezin de ye û îşkence lê tê kirin. A niha zadên me li ber zuwabûnê ne , av tune ye cotkar vexwe. Qezenca cotkarekî ji vê çandiniyê 20 hezar tl ye û DEDAŞ dixwaze vê jî ji wan bistîne.Heger ev jî ji cotkaran bê standin xelk dê çi bike? Ev xelk dê biçe kû? Heya ku ji destên me tê em ê heqên xwe yên demokratîk bi kar bînin.Ew ê tekoşîna me berdewam bike û em ê gavekî jî neavêjin bi paş de. Em heqdar in û em şikleke heqdar jî amade ne ku bimirin.”
Piştî daxuyaniyê rê TOMAyan ji trafîkê re hat vekirin.(ÎLKHA)