• DOLAR 32.589
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2407.306
  • ...
Cizîr hêvîdar e ku vegere rojên xwe yên berê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Cizîra Şernexê ji ber ku PKK şer kişand nav bajaran û teqemenî di bin erdê de bicî kir, çal hat vedan û berîqet hatin sazkirin  gelek zirarê ku di salên 90an de jî nedîtibû re rû bi rû ma.

Cizîra Botan a ku di nav bajarokên alema Îslamê de awarte ye û di dîrokê de ji gelek alim, zanyaran re mazûvantî kiriye ji ber pevçûnên herêmê gelek zirarê dîtiye. Cizîra ku di dewra Hz Omer de hatibû fetihkirin bi Medreseya Sor ê ku di dîrokê de gelek aznyar û aliman hewandiye tê naskirin.  

Cizîra ku ji wek alimên Îsmaîl El Cezerî, Ehmedê  Xanî, Melayê Cizêrî, Şêx Muhemmed Seyda û Şêx Zekî Atak re mazûvantî kiriye ji ber şeerên herêm gelek zirarê dîtiye. Ji ber vê yekê Cizîr hêvîdar e ku vegere rojên xwe yên berê.

Bi taybetê di salên 90an de axên Cizîrê dûçarê zilma dewletê bûbû. Lê di gel vê yekê navçe îro rojên dijwartir derbas kir û texrîbatên ji wî dewrê zêdetir dît. Piştî ku PKK şer kişand nav bajaran li navçeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di dema qedexê de him ji teref dewlet him jî PKKê ve çekên gelek giran bikar anîn. Bombe hatin înfilaqkirin. Ji ber vê yekê Cizîr kirin wekê wêran.

Li navçeyê ji 14ê Berfanbara 2015an heta 2yê Adara 2016an qedexeya derketina derve hat îlankirin. Piştî qedexê dema ku gel zivirîn navçeyê mal û avahiyên xwe wek kavil dîtin.

Piştî rakirina qedexeya derketina derve ya qismî hinek gel dageran navçeyê. Lê tê zanîn ku hêj hinek gelê navçeyê nehatine venegeraye malên xwe. Ji ber ku gel mexdûr bûye him ji dewlet him jî ji PKKê re bertek nîşan dide.

Ji ber pêvajoya şerê li gelemperê herêmê rewşa aboriyê xirab bû. Lê bi taybet navçeya Cizîrê ev rewş zêdetir xwe nîşan da. Lewra li navçeyê di serî de mizgeft, saziyên perwerdehî û tendirustiyê, dikan, kargeh û avahî ji berk û dûçarê bombe û guleyan bû êdî nehatin bikaranîn. Binesaziya navçeyê ji bilî ve nikisî.

Dê 2 hezar û 700 avahî û 13 mizgeft were xirabkirin

Li navçeyê ji bo ku xisar û zirar werin tespîtkirin xebat hatin destpêkirin.  Di encama vê xebatê de hat diyarkirin ku dê li navçeyê 2 hezar û 700 avahî û 13 mizgeft were xirabkirin.

Niha gelê navçeyê hewl dide trawmaya ku jiyabû ji bîr ve bike. Gelê navçeyê ji ber ku mexdûr e ji bo ku alîkarî bistîne dikeve rêzê. Ev yek jî rewşa gelê Cizîra Botan tîne ber çavan. (ÎLKHA)



 















































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir