• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Evîndarên Pêxember li Viyanayê hatin cemhev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê  Koordînatortiya Ewrûpayê ya Platforma Evîndarên Pêxember Davet Camîî, li Viyanaya payîtextê Avusturyayê bernameya Wîladeta Pîroz lidar xist.

Bername piştî tîlaweta Qur’ana Pîroz bi axavtina destpêkê yê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Camîî Derê hat domand. Dûvre bi dengekî bilind selewat û îlahî hatin xwendin.

 “Hz Muhammed (rxl) ji alemê re wek rehmet hat şandin”

Yahya Abay wek gotarvan beşdarê bernamê bû. Abay di bernamê de di dernarê exlaqê Hz Muhemmed de axavtinekê kir.

Abay axavtina xwe wiha pê de bir: “Xweda wiha ferman dike; ‘Me te bes wek rehmet şandiye.’ Divê ku em Hz Muhemmedî bixwînin û Wî nasbikin. Hz Muhemmed ji bo mirovatiyê wek rehmet hatiye şandin ne ji bo ezabê.”

Bername piştî xelat dayîna kesên ku beşdar qempenyaya selawatan bûbûn û dia kirinê qediya. (ÎLKHA)



 























Bu haberler de ilginizi çekebilir