• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Dadgeha bilind hebûna Ergenekonê nepejirand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya Daîreya 16 emîn a Dadgeha bilind biryara Doza Ergenekonê ya 274 bersûcên ku di nav wan de Serfermandarê Teqewîd Serokê Serkanê Giştî yê Kevn Îlker Başbug jî heye da. Gor vî biryarê biryara dadgeha mehelî ji aliyê isûl û esasê ve hatiye xirabkirin û hebûna Ergenekonê nehatiye pejirandin.

Velî Kuçuk û Levent Ersoz ji bersûcên dozê bûn

Doza Ergenekonê ya ku ji tuggeneralên wek Velî Kuçuk û Levent Ersoz ên ku bi bûyerên tarî yên dewrekî û bi taybet bi cinayetên kujernediyar re dihatin bibîranîn û ji ber vê yekê ku navê wan qet ji rojevê nediketin jî di nav wan de hebûn dihatin darizandin ji teref Dadgeha bilind ve hat xirabkirin.

Levent Ersoz bi bîrên bi asît û kujernediyaran ji rojevê qet neketibû

Wekê ku tê bibîranîn ji tuggeneralên wî dewrê Lewent Ersoz li herêma Cizîrê wezîfedar bû û bi bîrên biasît û kujernediyaran di rojevê de cî girtibû. Di pêvajoya dozê de bi hewldana Serokê Baroya Şernexê Nuşîrevan Elçî re ji teref Derdozgeriya Silopiyê ve dest bi xebatên kolanê hat kirin. Di 9ê Adara 2009an de bîra asîtê hatiye vekirin û di nav bîrê de 17 hestî, qoqek û perçeyên cil û bergan hatibû dîtin. Her wiha di xebatên kolana li Cizîrê de nê 20 hestiyan hatibû dîtin. Piştî vê yekê di gelek mintiqeyên herêmê de xebatên kolanê hatibûn kirin û cesedên ku hatibûn înfazkirin û cil û berg hatibûn dîtin.  

Yalçin Kuçukê ku ji aliyê fikr û ramanan ve rêberê Ocalanî bû jî ji bersûcên dozê bû

Wekê ku tê bibîranîn ji bersûcên dozê Yalçin Kuçukê ku ji aliyê fikr û ramanan ve rêberê Ocalanî bû û Dogu Perînçek jî berê hatibûn tehliyekirin.

Di raya giştî ya pêvajoya 28ê Sibatê de Tuncay Ozkan û Mustafa Balbayê ku rojnameger bûn û her wiha ji derbegerên  wê demê telîmat digirtin jî bersûcê wê dozê bûn.

Di doza Ergenekona ku ji 274 dbersûcan pêk dihat de Serfermandarê Teqewîd Serokê Serkanê Giştî yê Kevn Îlker Başbug, Orgeneralê teqewîd Şener Eruygur, Hurşît Tolon, Hasan Igsiz, tuggeneralê teqewîd Velî Kuçuk, Levent Ersoz û Yalçin Kuçuk, Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek, Tuncay Ozkan, Mustafa Balbay û Mehmet Haberal dihatin darizandin. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir