Li Çewlîgê 2 PKKyî hatin kuştin
Di operasyonên ku li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê hatin lidarxistin de 2 PKKyî hatin kuştin.
Di operasyonên ku li hawîrdora Gundê Sêvan a girêdayê navçeya Dara Hênê hat lidarxistin de 2 PKKyî hatin kuştin û gelek çek û mihîmat hat bidesxistin.
Di derbarê mijrê de ji teref Walîtiya Çewligê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku li hawîrdora Gundê Sêvan a girêdayê navçeya Dara Hênê li PKKê operasyon hatiye lidarxistin. Di encama operasyonan de 2 PKKyî hatine kuştin û gund parêzekî jî birîndar bûye.
Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku penagehekî hatiye dîtin. Di nav penagehê de Bîksiyek, 300 heb berikên Bîksiyê, keşek, dabancek, 2 narincok, 2 tûpên pîknîkê, 3 tûpên mezin hatine bidestxistin. (ÎLKHA)