• DOLAR 32.589
  • EURO 34.87
  • ALTIN 2499.378
  • ...
Platforma Evîndarên Pêxember a Wanê bi çepemeniyê re hat bal hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatoriya Wanê ya Platforma Evîndarên Pêxember  berîya bernameya Wîladeta Pîroz a bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ a ku ew ê di 24ê Nîsanê de li Wanê bê tertîpkirin bi çapemeniyê re hat bal hev.Di civîna ku hat tertîpkirin de Koordînatorê Platformê Recep Karabulak, Serokê Şaxa Wanê yê Tekîtiya Medrese û Aliman Mela Elî Aslan û nûnerên STKyan cihê xwe girtin.Di civîna ku bi çepemeniyê re hat kirin de hûrguliyên bernameya Wîladeta Pîroz hatin parvekirin.

Di destpêka civînê de Mela Elî Arslan  di derbarê girîngîya vegotina jiyana Hz. Muhammed de axavtinek kir û diyar kir di her qernê de ummet muxtacê exlaq û rêbertîya Wî û ji doza Wî re muxtac e.

 “Em wan bernameyên ku tê de qala Resûlullah tê kirin yekî jî biçûk nabînin”

Pişt re Koodînatorê  Wanê yê Platforma Evîndarên Pêxember Recep Karabulak di derbarê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku tên tertîpkirin de diyar kir ew wan bernameyên ku tên tertîpkirin yekî ji wan jî biçûk nabînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di 3yê Nîsanê de dest bi bernameyan kir û heta 7ê Gulanê jî dê berdewam bikin.Êdî hefte têra  Wîladeta Pîroz nekirin û ev yek bû meha Wîladeta Pîroz.”

Karabulak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê li temamê Wanê bernameyan tertîpbikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me berî niha gelek bername li Wanê tertip kirin.Înşallah em ê bernameya fînalê di 24ê Nîsanê de li Xaçerêya Qesra Çandê ya Wanê tertip bikin. Heger bibe nesîp em ê standan vebikin û xelkê vexwînin bernamê. Em ê afîşên bernamê jî bi şibaka û rêyan ve daleqînin. Bi vî awayî haziriyên me berdewam dikin. Her weke ku hûn jî dizanin herema me di nava pêvajoyeke zor û zehmet de ye. Ji bona ku ji van  zor û zehmetîyan bê xelasbûn mijareke me ya bi mijara ‘ Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed ‘ heye.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir