12 PKKyî hatin kuştin
Serkantiya giştî diyar kir di operasyonên ku li bajarên Colemêrg, Şernex, Mêrdîn û Çewlîgê li dijî PKKê hatiye lidarxistin de 12 PKKyî hatine kuştin.
Serkantiya giştî di bergeha bûyerên hundirê welat ên girîng de daxuyanî da. Di daxuyaniyê dehat diyarkirin di operasyonên ku li bajarên Colemêrg, Şernex, Mêrdîn û Çewlîgê li dijî PKKê hatiye lidarxistin de 12 PKKyî hatine kuştin.
Her wiha hat diyarkirin ku li navçeyê 5 keleş, Bîksiyek, RPG-7 ek, tifingekê nîşangerê, tifingekê M4ê, 10 çekên nêçîrê, çekek pompeyî, 11 dabance, 7 narincok, 16 hezar 380 berikên keleşê, 5 hezar 220 berikên Bîksiyê, 705 berikên doçkayê, 170 berikên Navzerê, 20 heb berikên M-16ê, 15 heb berikên dabancê, 4 heb berikên roketê, 2 mihîmatê roketê, pakêtek berikên hewayî û 10 carcûrên keleşê, dürbün û telsizek hatiye bidestxistin. (ÎLKHA)