Li Mûşê HDP û DBPyî hatin binçavkirin
Li Mûşê 35 kesên HDP û DBPyî yên ku di nav wan de rêvebir jî hebûn hatine binçavkirin.
Li Mûşê 35 kesên ku di nav wan de Hevseroka Şarederiya Kopê Fîgen Yaşar jî hebû hatine binçavkirin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin li navenda Mûşê, navçeyên Kop û Heskoyê di derdora saetên sibe de operasyonên hemanwextî hat lidarxistin. Di operasyonan de Hevseroka Şarederiya Kopê Fîgen Yaşar, encûmanê bajêr Seyîthan Akkaya, Hevseroka Navçeyê ya HDPê Selvî Kaya û endamê meclîsê yê şaredariyê Zafer Sonmez bi tevahî 28 kes li Kopê, li Heskoyê 3 kes û 4 kes jî li navenda bajar hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku ev kes di bergeha peymana KCK, alîkariya rêxistinê de hatine girtin. (ÎLKHA)