• DOLAR 32.566
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2431.003
  • ...
 "Me li Diyarbekirê biratiya Îslamê dît"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hemwelatî û nûnerên STKyên ku beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di 18ê Nîsanê de li Diyarbekirê hatibû tertîpkirin bûbûn diyar kirin rojhilatina li Diyarbekirê ji temamê dinyayê re ew ê bibe  hêvî û ew li  wê bernamê biratiya Îslamê dîtine.

“Wîladeta Pîroz ji bona fêmkirina Hz. Muhammed firset e”

 Seroka Damezrêner a Zeynep-Dera Qocaeliyê Sabîha Ateş  Alpata ku beşdarî bernameyê bûbû di derbarê mijarê de diyar kir Wîladeta Pîroz ji bona fêmkirina Hz. Muhammed firset e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Temamê hewldanên ji bona fêmkirina  pêxember e ku ev bernamê bi vê wesîlê tên tertîpkirin.Ji ber minasebeta wîladeta Wî bi hezaran kitêbên siyerê hatine belavkirin û îmtîhan hatine kirin.Bi vî awayî hema hema di her malê de qala Resûlullah tê kirin. Hûn li çapemeniyê nenêrin ku dibêjin bi hezaran kes tevlî bernamê bûbûn; bi sedhezaran kes hatibûn bernamê.Her der bi alên tewhîdê û bi afîşan hatibûn xemilandin û broşur hatibûn belavkirin. Pirsa gelo ev ne “Bîdat” e  derê însafê ye.”

Alpat di berdewama axavtina xwe de diyar kir di pêvajoyeke wisa giran de tertîpkirina bernameyeke bi vî awayî cesaretê dixwaze ku  vê cesarete jî Platforma Evîndarên Pêxember nîşan daye.

Endamê Zeynep-Derê Neşe Kasapbaşi jî di derbarê bernameya ku hatibû tertîpkirin de hest û ramanên xwe anî ziman û wiha got: “Em li wê derê bûn şahidê wê biratiya ku di Qur’anê de qala wê tê kirin.Em ji ber ku beşdarî vê bernamê bûne gelekî kêfxweş in.Em  hêvî dikin sala pêşîya me digel malbata xwe biçin bernameya Wîladeta Pîroz.”

Serokê Komîsyona Komeleya Mensûp û Mezûnên Îmam Xatîpa Qocaeliyê  Nebî Karakoyun jî di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Me li wê derê dît ku li wê qet qewmiyetperestî tune ye û hemû tişt di çarçoveya ummetê de tê nirxandin. Gelek kes beşdarî bernamê bûbû ku em ji rexekî ve şaş man û  ji rexekî vê jî hêvîdar bûn.”

Ekrem Sevîlê dikandar ê ku tevlî bernamê bûbû jî di derbarê bernamê de wiha axivî: “Me xwest piştgiriyê bidin wan birayên xwe Misliman û em beşdarî bernamê bûn. Berî ku em biçin wê derê ji me re gotin hewce nake, hûn çima diçin? Lê me xwest ku em biçin ba wan birayên xwe.Me li Diyarbekirê hawirdorekî xweş û biratiya Îslamê dît.Me li wê derê vê dît. Tu hesabên ku tê de Mislimanên Diyarbekirê ne xwediyê gotinê bin dê naçê serî.

 “Li wê derê xelkekê bi exlaqê Îslamê bi exleq bûye heye”

Dikandarekî din ê bi navê Abdulhalîm Polat jî di axavtina ku kir de diyar kir wan li wê derê xelkê ku xwe bi hesasiyetên Îslamê xemilandibû dîtine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xelkê wê derê gelekî mêvanperwer  û comerd bû.Dema ku me li gundên Diyarbekirê digeriya me jiyana kesên ku di salên 90î de hatibûn şehîdkirin guhdar kir. Wê demê me dît ku ev yek ne fêkiya çend sala ye ev fêkiya berî vê 20-30 salanan e.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir