Di dema derbasbûna wesayîtên leşkerî de teqîn
Li navçeya Karaza Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîtên leşkerî de bombeya ku berê hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin leşkerek birîndar bû.
Li navçeya Karazê di dema derbasbûna bi zirx a ku wek ‘Kobra’ tê navandin de bombeya ku berê hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama vê yekê de leşkerek birîndar bû.
Bûyer di saet 09.00an de qewimî. Gor agahiyên hatine bidestxistin bombeya ku berê hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta leşkerî ya ku wek ‘Kobra’ tê navandin de hat înfilaqkirin. Di encama teqînê de wesayît zirarê dît û leşkerekê jî birîndar bû. Leşkerê rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê.
Ji bo herêm sewqiyeta leşkerî hat kirin û piştî vê yekê operasyon hat lidarxistin. (ÎLKHA)