• DOLAR 32.558
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2428.435
  • ...
Li Stenbolê haziriyên Wîladeta Pîroz berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berîya bernameya Wîladeta Pîroz a ku ew ê di 24ê Nîsanê de ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Stenbolê bê tertîpkirin Koordînatorê Marmareyê Cengîz Kurtaran  di derbarê mijarê de daxuyanî da.Kurtaran di daxuyaniya ku da de diyar kir  haziriyên bernameya Wîladeta Pîroz  ji teref dildar û endamên platformê ve tên kirin.

 “Hazirî bênavber berdewam dikin”

Koordînatorê Marmareyê Cengîz Kurtaran  di berdewama axavtina xwe de di derbarê haziriyên ku ji bona Wîladeta Pîroz tê kirin de nirxandinan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Haziriyên me yên Wîladeta Pîroz li ber xelasbûnê ne.A niha temamê dildar û endamên me ji bona bernamê seferber bûne.Hewl tê dayîn 580 hezar belavok bên belavkirin û 80 hezar afiş jî bên daleqandin. Her wiha me dawetiyên taybet amadekirine û em STK, çapemenî û rîspiyan digerin û wan vedxwînin  bernamê.Her wiha dema ku 2 roj ji bernamê re ma ew ê 2 wesayîtên me li nava bajêr bigerin û ew ê banga Wîladeta Pîroz bikin.Em ê ji hêla Anatoliyê 35 û ji hêla Ewrûpayê jî 118 wesayît ji bona bernamê rabikin û ew ê ev wesayît  xelkê bêheq bînin cihê bernamê.”

 “Ew ê mêvanên me biyanî jî bên”

Kurtaran di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew ê mêvanên biyanî jî bên bernamê û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew ê bernameya îsal ya Wîladeta Pîroz bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin.Heger em wek civatê vê peyamê baş fêm bikin û pê amel bikin ew ê çarsereriya pirsgirêkên me rihettir bibe û ew însan hizûrê bibînin.Em li benda Stenboliyên ku Evîndarên Pêxember in û em wan dawetî Wîladeta Pîroz dikin.Bernameya me ew ê di 24ê Nîsanê li qada mîtîngê ya li pişta Qesra Edaletê ya Bakirkoyê bê tertîpkirin.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir