• DOLAR 32.584
  • EURO 34.989
  • ALTIN 2428.92
  • ...
Hiqûqnasan Doza Yasîn Boru nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina 5 emîn a Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî di Dadgeha Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat dîtin.

Di niştinê de parêzerên gazinker xwestin kesên ku gel sewqê vê bûyerê kirine jî werin darizandin û niştinên ku dê ji vir pê ve werin dîtin bila êdî ji beşdaran re wek vekirî were dîtin. Lê dadgeh vê daxwazê red kir.

Dadgeh daxwaziya midaxîlbûna dozê ya Polîtîqayên Ciwakî ya Malbatan qebûl kir lê tehliyeya 10 bersûcan qebûl nekir. Doz talûqê 6ê Hezîrana 2016an bû.

Ji parêzerên Doza Yasîn Boru Murat Sadak wiha axivî: “Me ji destpêka vê dozê pê ve ji bo ku heqîqet derkeve holê hewl da. Me daxwaziya derêxistina hemberê darazê yên qetîl û kesên ku qetîlan sewqê wê yekê kiribûn kir.”

Dozger daxwaziya tehliyeya 10 bersûcên girtî kir

Sadak daxwaziya tehliyeya 10 besûcên girtî ya dozger nîqaş kir. Dûvre Sadak wiha pê de çû: “Em dibînin di Doza Yasîn Boru de dadgeh bi adilane miemele nake. Me vê yekê di niştina ewil de jî dît. Piştî ku biryara tehliyeya bersûcan hat dayîn ew miemeleya kêfî heta îro domî. Di niştina îro de meqama idîayê daxwaziya tehliyeya 10 kesan kir. Mimkûne ku mirov bibêje ew 10 kes tehliyê heq nakin.”

Wezîriya Polîtîqayên Ciwakî ya Malbatan beşdarê dozê bû

Sadak diyar kir ku dadgeh daxwaziya tehliyeyê ya dozgerê red kiriye. Her wiha dadgeh daxwaziya midaxîlbûna dozê ya Polîtîqayên Ciwakî ya Malbatan qebûl kiriye.

 Alîkarê Serokê Giştî ya ÎHHyê Parêzer Gulden Sonmez midaxîlbûna dozê ya Polîtîqayên Ciwakî ya Malbatan nirxand. Sonmez wiha axivî: “Îro Wezîriya Malbatan bi rêya parêzerên xwe daxwaz kir ku beşdarê dozê bibe. Dadgeh daxwaziya tehliyeyê ya dozgerê red kir. Lê daxwaziya midaxîlbûna dozê ya Polîtîqayên Ciwakî ya Malbatan qebûl kir. Ji ber ku Yasîn Boru zarok bû ev daxwaz ji teref dadgehê ve hat qebûlkirin. Rastî pêwîst bû ku Wezîriya Malbatan zûtir midaxilê vê dozê bûbûya. Lê heke ev daxwaz dereng bibe jî dîsa em vê daxwazê erênî dibînin.”

 “Di doza Yasîn Boru de îxmal hene”

Sonmez bal kişand ku di serî de Doza Yasîn Boru bi renc û zehmet derbas bûye. Dûvre Sonmez wiha pê de çû: “Di derbarê delîlên Midûrtiya Ewlehiyê ya Diyarbekirê û di derbarê derengiyê de îxmalkarî hene. Divê ku ev îxmal ji teref dewletê ve werin tespîtkirin.”

“Doza Yasîn Boru gelek rastiyên di derbarê herêmê de dexist holê”

Sonmez şiklê darizandina dozê yê girtî nîqaş kir. Dûvre Sonmez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çima ev darizandin li Enqerê tê dîtin? Çima ev darizandin li Diyarbekir nayê dîtin. Diva ku ev darizandin li Diyarbekirê were dîtin. Lê bi hinceta ewlehiyê darizandinê dozê birin Enqerê. Madem dozê hilanîn

Enqerê divê ku derfet û ewlehî werin têrkirin. Lê bi hinceta pêknehatina vê yekê doz wek girtî hat dîtin. Daxwaziya me ya dîtina vekirî ya dozê dîsa hat redkirin. Dê em ji vê biryarê re îtiraz bikin.

Ji ber ku biryara vaşertî ya dadgehê hat dayîn parêzeran bertek nîşan dan

Ji parêzerên dozê Necîp Kîbar jî niştina wek girtî ya dozê nîqaş kir. Dûvre wiha pê de çû: “Dadgehê biryar da ku bes xizm, hinek endamên çapemeniyê û parlementer beşdarê vê dozê bibin. Lê ev doz 79 milyon însanan eleqeder dike. Ev doza Ummetê ye. Her kes mafdar e ku bi şiklekî vekirî vê dozê bişopîne. Lê ev doz bi şiklekî veşartî tê domandin.” (ÎLKHA)


 















Bu haberler de ilginizi çekebilir