• DOLAR 32.59
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2502.174
  • ...
"Heke em di nav yekitiyê de bijîn dê Xweda alîkariya xwe ji me re bişîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bernameya Wîladeta Pîroz a Diyarbekirê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin de rîsipî û alimên herêmê hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re eşkere kirin.

Rîsipî û alimên herêmê diyar kirin divê ku ev bername bes bi kelecanê re sînordar nemîne pêwîst e ku di bin sîwana Qur’an û sinnetê de wehdet û biratî were tesîskirin.

Serokê Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhad’ul Ulema) Mela Enwer Kiliçarslan destnîşan kir ev bernameyên ku çendîn sale tên lidar xistin semere daye. Ev bername ji bo yekitî û biratiyê firset û kêse.  

Kiliçarslan diyar kir Yahudî hewl didin ku di nabeyna Mislimanan de wehdet saz nebe û tefrîqe têkeve nabeyna wan. Dûvre Kiliçarslan wiha pê de çû: “Wekê ku tê zanîn Xwedê ferman dike ku Misliman xwe li tenafa Xwedê Teala bigirin. Îsraîla ku ji 5 milyonan pêk tê mixabin zextê li alema Îslamê dike. Rojava, Xirîstyan û heta Kominîst û Yahudî dest daynîne ser mal û milkên Mislimanan. Di gel vê yekê di nabeyna Mislimanan de yekitî û biratî saz nebûye. Heke em di nabeyna xwe Mislimanan de di bin sîwana Qur’ana Pîroz û Hz Muhemmed de werin cem hev heke jimara me kêm bibe jî dê Xwedê Teala alîkariya xwe ji me re bişîne. Wekê ku belengaz û koleyên ku Îran, Rum, Rojhilata Dûr û Ewrûpayê fetih kirin. Îro jimara Mislimanan zêde ye û misliman dewlemend in. Lê di gel vê yekê xwediyê jiyanekê zelîl in. Yahudiyan pif kirin agirê fitneyê ya di nabeyna Xirîstiyan û Mislimanan û di nabeyna wan de vê yekê belav kirin. Ji xeynî vê yekê dest daynîn ser çavkaniyên sirûştî yên Mislimanan. Ji ber vê yekê div ê ku Misliman tabî’ê Qur’ana Pîroz û Sinnetê Resulullah bibin.”

Kiliçarslan bal kişand Rojava piştgirî dide PKKê ku gelê Kurd ji Qur’an û Sinnetê dûr bikeve. Dûvre Kiliçarslan axavtina xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê çendîn sale xebatên ku em dikin semere dide. Sal bi sal qelebalaxtir dibe. Bi vê yekê re jî wehdet û quweta mislimanan zêde dibe. Em alîkariya Xwedê bi çavên xwe dibînin.”

 “Ev rûhê ku me li vir dicivîne bila bes bi kelecanê re sînordar nemîne”

Alîkarê Serokê Yekitiya Alimên Tirkiyê Faruk Beşer diyar kir ev cara ewil e ku beşdarê vê bernamê dibe û dûvre destnîşan kir ramana ku bes dikare Mislimanan bîne cem hev Hz Muhemmed e.

Beşer dûvre hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Bi taybet heke em pirsgirêkên Tirkiyeyê ya ku di van rojan de diqewimin bînin ber çavên xwe ne hewceye ku em li çareyên din bigerin. Ev milet û ev menzere ji xwe çareseriyê dibêje. Ev gel dibêje dûbare ramanên ku gel di dîrokê de anîbû cem hev li gel bidin zanîn. Dûbare bila ev bibe sedema yekitiya însanan. Ev însan hevdû hez dikin. Ev însan birayên hevdû ne. Ev însan ferq naxin di nabeyna irq û herêman. Bila tu kes neheqî li tu kesî neke. Ev menzere vê yekê dide nîşanê min. Cara ewil e ku ez têm vê bernamê. Berê nesîb nebûbû. Îro ez dibêjim hemd ji Xweda re ku ez hatim. Ev rûhê ku me li vir dicivîne bila bes bi kelecanê re sînordar nemîne.”

“Ev rûhê ku me li vir dicivîne bila bes bi kelecanê re sînordar nemîne”

Ji alimên herêmê Mela Emîn Ulutaş diyar kir ku Misliman ji vê bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin quwet hildigrin.

Ulutaş destnîşan kir ku feydeya van bernameyên ku Mislimanan di bin sîwanekê de dicivîne heye. Dûvre Ulutaş wiha axavtina xwe domand: “Rastî feydeyên bernameyên wiha gelek in. Bi minasebeta van bernameyan ji derveyê welat alim tên û li vir li hev dişêwirin. Bi van bernameyan gel ji hev quwetê hiltîne. Dînê me avêtine bin piyan. Di her kês û firsetê de kafir êrîş li Mislimanan dikin. Di vê ku wek Misliman em werin cem hev û vê yekê bifikirin. Ev rûhê ku me li vir dicivîne bila bes bi kelecanê re sînordar nemîne.”

 “Bes yekitî û biratî Mislimanan dike xwedî Îzzet”

Ulutaş piştî ku qala qetlîamên li erdnîfgara Mislimanan ki axavtina xwe wiha domand: “Dev ji doza betal, Sosyalîzm, Kemalîzm, Laîqtiyê berdin. Ev raman malên me xerab kirin û dinyaya me şewitandin. Lê binêrin gelo çima alema Îslamê tevlêhev kirine. Heta ku Misliman di bin sîwana Qur’ana Pîroz de neyên cem hev tekitî saz nabe. Divê ku hemî Misliman xwediyê vê ramanê bibin. Mislimantî bes ji hec, rojî, zekatê pêk nayê. Bes yekitî û biratî Mislimanan dike xwedî Îzzet.”

 “Hema hema dewra zaliman xelas bibe”

Mela Hatîb Yuksel belav kir ku ev bername wî bi coş û kelecan kiriye. Dûvre Yuksel wiha pê de çû: “Ev bernameya Wîladeta Pîroz ji Mislimanan re mibarek bibe. Ji ber ku min vê menzerê dît ez gelek kêf xweş im. Xweda yekitî û biratiyê nesîb bike. Divê ku em gelek dia bikin. Ez mizgînî didim alema Îslamê. Hema hema dewra zaliman xelas bibe. Wextê herî tarî berê sibê ye. Şefeqa şevê rojhilat înşaellah. Xwedê Teala tavdana Îslamê bike nesîbê me.” (ÎLKHA)



 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir