• DOLAR 32.377
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2325.861
  • ...
 "Di Wîladeta Pîroz divê em Wî baştir fêm bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku hêj li hinek taxên wê qedexeya derketina derve lê berdewam dikin îro  li Mizgefta Mezin nimêja înê hat edakirin.Li Mizgeftê hat dîtin qelebalixeke mezin ji bona hatiye Mizgefta Mezin.

Îmam Xatîbê Mizgefta Mezin Osman Yagmur di xutbeya ku xwend de di derbarê  Wîladeta Pîroz û di derbarê yekîtiya Mislimanan de nirxandinan kir.

Yagmur di destpêka xutbeya xwe de diyar kir di meha Wîladeta Pîroz de divê Hz. Muhammed baştir bê fêmkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Heger em selametî û saadeta vê dinyayê dixwazin û her wiha heger em li alema axretê jî rahmeta Xweda dixwazin divê em Habîbullah baş fêm bikin.Divê em heyata Wî tetbîqî heyata xwe bikin. Divê em rêya Wî teqîp bikin.Lewra  Ew ji bona aleman wek rehmetê hatiye şandin.”

 “Heger ku em Îslamê bi şikeke rast jiyabana ne mimkûn bû  di nav me de tefrîka , xwîn û hêstir hebena.”

 Yagmur di berdewama axavtina xwe de diyar kir heger Habîbullah rast û  baş hatibana fêmkirin û Qur’an rast hatibana xwendin wê demê di nav mislimanan de ne tefrîka derdiketin û nê jî xwîn û hêstir di herikîn.Yagmur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra Îslam selametî û aşîtî ye. Îman emanet û bawerî ye.Lewra tewhîd û wehdet yekîtî û digelheviya Mislimanan dixwazin ku ev jî bawerî û dîneke tenê ye.Heger em Îslamê bi heqê wê fêm nekin ew ê wê demê fêmkirinên şaş û xelet derkevin holê.”

 “Ew kesên ji ser zimanan homoseksûelî û LBGTÎtiyê diparêzin ew ê me bibin heta kû derê?”

Yagmur di dawiya xutba xwe de diyar kir ew kesên  ji ser zimanan siyaset û hereket dikin û însanan bi ber jirêderketitî û jirêketiyan ve xez dikin ew ê vê civakê bibin ber îfsadê ve û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev çendîn sal e ku li vî welatî fikrên ku însan li dûv wan diçûn hebûn.Lê îro ji ser zimanan hewl tê dayîn ku însanan ji îmanên wan dûr bikin ku ev yek di kîjan wijdanê de heye? Ew kesên ku ji ser zimanan homoseksûelî û LBGTÎtiyê diparêzin ew ê me bibin heta kû derê? Ev peyvên ku min ji we re gotin Kurdiya wan an jî bi şiklekî ku hûn fêm bikin ez bibêjim ew ê qiyamet rabe. Lê kesên xerîban ên ku hêj meselê fêm nekirine  ji rê derdikevin û bi hêlên din ve tên vekişandin ku ev yek jî yekîtî û wehdeta Mislimanan tahrîf dike.Ji ber vê yekê bingeha me tewhîd û wehdet e.Divê em di vê eksenê de kom bibin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir