Li Nisêbînê 2 mekteb û navenda dîyalîzê hat şewitandin
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku hêj lê qedexeya derketina derve û operasyon lê berdewam dikin 2 mekteb û navenda dîyalîzê hat şewitandin
Kesên PKKyî li Nisêbînê Mekteba Destpêkê ya Fatîh Sultan Mehmet, Lîseya Ataturkê û Navenda Dîyalîzê şewitandin.
Her weke ku tê zanîn li navçê di 14ê Adarê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û ji wê rojê vir ve şer û pevçûnên tund berdewam dikin.Ji ber pevçûn û şerên ku rû didin xelk mecbûr dimîne ku malên xwe terk bikin. Ji ber pevçûna gelek mal û dikan zirar dîtin û tahrîb bûn.
Herî dawî li navçê kesên PKKyî Mekteba Destpêkê ya Fatîh Sultan Mehmet, Lîseya Ataturkê û Navenda Dîyalîzê şewitandin.Mekteb û navenda dîyalîzê gelekî zêde zirar dîtin.(ÎLKHA)