• DOLAR 32.473
  • EURO 34.539
  • ALTIN 2475.239
  • ...
Doza Yasîn Boru ew ê di 18ê Nîsanê de bê dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê doz li 2emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê bê dîtin. Tê diyarkirin ew ê ji çar terefê Tirkiyê STK û temsîlkarê partîyên siyasî jî  beşdarî dozê bibin.Ji STKyên ku dozê ji nêz ve taqîb dikin Serokê Şubeya Stenbolê yê Şaxê Cemîyeta Mustezafan Mehmet Eşîn di derbarê doza ku ew ê bê dîtin de nirxandinên kir. Mehmet Eşîn di nirxandinên ku kir de diyar kir divê her merhele û gavên vê dozê şefaf û adil bin.

Gelo dixwazin li ser dozê bigirin?

Eşîn di berdewama axavtina xwe de qala tiştên ku di 4emîn niştina dozê de pêk hatibûn kir û wiha pê de çû: “Gelo tê xwastin li ser dozê bê girtin? Heger di warê ewlehiyê de zafiyet hebin ev berbirsiyariya mehkemê ye.Mehkeme mecbûr e ku tedbîran bistîne.Ev zafiyet bi qedexekirina têketina salonê yên  naskirîyên kesên mexdûr û yên ku dixwazin ji vê darizandina dozê re bibin şahid divê neyê girtin.”

Divê mehkemê wezîfeya xwe bi cî bîne

Eşîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dîmenên ku aîdî roja bûyeran bûn li emnîyetê jê hatine birin ku ev yek jî sosret e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê li ser vê yekê bê rawestin û ji bona wan dîmenan bînin mehkemê her tiştê pêwîst bê kirin û li ser îxtîmala jêbirinê jî bê sekinîn û tiştên pêwîst di derbarê vê yekê de bên kirin.Di holê de wehşetek heye, qeydên kamerayan hene, şahid hene û îfadeyên kesên ku ji bûyerê birîndar xelasbûne hene û teşhîsên van hene.Him kesên fail û him jî kesên ku vê wehşetê dane kirin bi şikleke aşkere diyar in.Mehkeme divê darizandinekê adilane bike.”

Eşîn di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê doza Yasîn Boru jî mîna doza Başbaglarê bêxwedî nemîne û wiha dawî li axavtina xwe anî:  “ Çawa ku di niştinên borî de gelek kes beşdarî vê dozê bûbûn bi heman awayî jî em dîsa bang li hiqûqnas, siyasetmedar û temsîlkarên STKyan dikin da ku beşdarî vê dozê bibin.Doz ew ê di 18ê Nîsanê de bê dîtin. Doza Yasîn Boru jî mîna doza Başbaglarê divê bêxwedî nemîne.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir