• DOLAR 32.328
  • EURO 35.151
  • ALTIN 2299.693
  • ...
SON DAKİKA
Di pevçûnên li Şernexê de mizgeft tên hedefgirtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li Şernexê di 14ê Adarê de operasyon dest pê kiribûn û digel operasyonan jî pevçûn û şerên dijwar pêk hatibûn ku ev pevçûn hêj berdewam dikin.Di van pevçûnên ku berdewam dikin de camî tên hedefgirtin.

Li navenda bajêr hat dîtin ku di pevçûnên ku pêk hatine de kursên Qur’anê, mizgeft û gelek avahiyên perwerdehiyê tahrîb bûne.Her wiha di pevçûnan de gelek mal û dikan jî zirar dîtin.Di van pevçûn û şerên ku ev bû 33 roj berdewam dikin de herî zêde mekteb û mizgeftên ku ji teref PKKyiyan ve wek çeper hatine bikaranîn zirar dîtin û tahrîb bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li bajêr ji sedî pêncehê operasyonan temam bûne û a niha pevçûn exlebe li taxên Cumhuriyet û Îsmet Paşayê berdewam dikin.Hat diyarkirin kesên PKKyî yên li taxa Îsmet Paşayê ne xwe di kanalizasyon û cihokên avê de veşartine.Her wiha hat hînbûn kesên PKKyî ji wan malên ku tê de bi cî bûbûn  dema ku derketikevin an wan dişewitînin an jî di wan de teqemenîyan bi cî dikin û malan hildiweşînin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir