Li 10 taxên Farqînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve li 10 taxên ku girêdayê Farqînê ne qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye weşandin duh ji seat 19.00an heta daxuyaniyeke din li 10 taxên ku girêdayê Farqînê ne qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li gor daxuyaniyê li taxên bi navê Kaso,Seydankara, Çaldere, Uçdîrek, Dagcilar, Dolaplidere, Alakuşak, Erkencîler, Ergeçîdî û li Bayrambaşiyê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.(ÎLKHA)